Kongreya Star ji gelê Xarpêtê û Meletî re sersaxî xwest

  • 11:26 26 Çile 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi minasebeta erdheja ku li bakurê Kurdistanê li bajrên Meletî û Xerpêtê pêk hat peyameke sersaxiyê weşand.
 
Koordînasyona Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo erdhêja ku li Xarpêt û Meletyê rûda ku di encamê de gelek şêniyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, peyama sersaxiyê weşand. 
 
Peyam wiha ye:
 
"Em weke jinên Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo gelê bakurê Kurdistanê bi minasebeta erdheja ku pêk hat û gelek kesî di encamê de jiyana xwe ji dest da, sersaxiyê dixwazin û em dibêjin ku em êşa we parve dikin. Herwiha em ji malbatên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan re jî sebrê dixwazin û ji birîndaran re şifaya acil dixwazin. Em dibêjin em piştgiriyê didin we û dibêjin êşa we êşa me ye."