Meclîsa Wargeha Waşokanî bertek nîşanî daxuyaniya Angelayê dan

  • 18:05 25 Çile 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Meclîsa Serêkaniyê ya Wargeha Waşokanî bertek nîşanî gotinên serokwezîra Almanyayê Angela Merkel dan û gotin: "Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku alîkariyê bidin hemû penaberên Sûriyeyê û statuya ji bo penaberan tê nasîn pêk bînin."
 
Meclîsa Wargeha Waşokanî bi armanca şermezarkirina daxuyaniya serokwezîra Almanyayê Angela Merkel daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi tevlîbûna penaberên Wargeha Waşokanî ve pêk hat. Hevseroka Meclîsa Wargehê Selwa Salîh daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya meclîsê wiha ye: "Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û li Stenbolê bi serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Angela qala rewşa penaberên Sûriyeyê û kesên ku di şerê Idlibê de reviyane kir. Lê belê kesên ku ji ber êrîşan ji Serêkanî, Efrîn û Girê Spî neçar man ku cih û warê xwe terk bikin û koçber bibin qala wan nehat kirin. Ev tişt nîşan dide ku êrîşên li hemberî kurdan rewa tê dîtin. 
 
Em wekî Meclîsa Serêkaniyê ya li Wargeha Waşokanî daxuyaniyên Angela şermezar dikin. Di daxuyaniyên ku didin de nakokî hene. Ne parastina demokrasiyê ye û nejî mafên mirovan tê parastin. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku alîkariyê bidin hemû penaberên Sûriyeyê û statuya ji bo penaberan tê dayîn pêk bînin."