HRW: Li Efrînê gelek maf hatine binpêkirin

  • 16:17 25 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafê Mirova HRW‘ê ragihand ku rewşa ewlehiyê li herêmên li derdora Efrînê yên di bin serweriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk de pir xirab bûye û gelek maf hatine binpêkirin.
 
Çavdêriya Mafê Mirova HRW'ê di rapora xwe ya binpêkirinên mafan a sala 2019‘an de cih da binpêkirinên dewleta Tirk a li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
HRW di rapora xwe de wiha got: “Rewşa ewlehiyê li herêmên li derdora Efrînê yên di bin  çeteyên artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya girêdayî dewleta Tirk de pir xirab bûye. Li gorî komîteya lêpirsîna navdewletî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyeyê van komanan sûcên şer kirine, sivîl kirine hedef, rehîne girtine û mayîn li maşineyan barkirin. Her wiha qetilkirin, şantajkirin, îşkencekirin û ferzkirina qanûnên dijwar li ser cilên jin û keçan bi destê wan bûne. Komên piştgirî ji Tirkiyê werdigirin, gelek maf û hiqûq binpê kirine, di nava wan de qetilkirina şervan, çalakvan û xebatkarên tenduristiyê yên kurd û alankirina mal û milkên kurdan hene."