Ji ber erdhejê Sûrên Amedê hilweşiya

  • 16:09 25 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Sûrên Amedê ji ber erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat, hilweşiya.
 
Duh bi şev saet 20.55’an li navçeya Xûxê ya Xarpetê erdheja pileya wê 6.8 pêk hat. Erdheja li Xarpêtê rû da tevahiya Amedê hat hîskirin. Di erdhejê de du cihên cuda yên Sûrên Amedê yên di navbera Deriyê Rihayê û Deriyê Duderî de hilweşiyan. Li cihên ku kevirên wê hilweşiyan, ekîbên zabiteyan bendên parastinê kişandin.