KCD'ê ji bo şêniyên Xarpêtê banga seferberiyê kir

  • 14:42 25 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratî derbarê erdheja li Xarpêtê de daxuyaniyek da û got: "Di serî de em bang li gelê xwe û li tevahiya civaka navneteweyî dikin ku bi şêniyên Xarpêtê û erhejzedeyan re di asta herî bilind de bikevin nava piştevanî û seferberiyê."
 
Duh êvarî saet di 20.55'an de li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhejek çê bû ku hêza wê 6.8 bû. Bi erdhejê re li Xarpêt û Meletiyê gelek avahî hilweşiyan û heta niha 4 jê li Meletiyê, 17 jê li Xarpêtê bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne. Li her du bajaran bi dehan avahî texrîb bûn. Her wiha tê gotin li Xarpêtê hîn jî di bin kavilên 4 avahiyan de mirov hene û xebatên ji bo xelaskirina wan didomin. Derbarê erdhejê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga piştewaniyê kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Navend navçeya Xoxê ya girêdayî Xarpêtê, Meletî, Amed, Êlih, Çewlik, Mêrdîn, Semsûr û hin bajarên din ji ber erhêja pêk hatî di nava gelê me de rê li ber xemgîniyek mezin vekir. Ji ber erdhejê bi dehan hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji bo hin zêde windahiya can çênebe em bang li tevahî gelê xwe, saziyên pêwendîdar û Rêxistinên Saziyên Sivîl dikin ku bi erka xwe rabin û bikevin nava seferberiyê. 
 
Wekî Kongreya Civaka Demokratîk em ji kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji xwedayê xwe rahmê ji tevahî malbatên erhejzedeyan û gelê xwe re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Di serî de em bang li gelê xwe û li tevahiya civaka navneteweyî dikin ku bi şêniyên Xarpêtê û erhejzedeyan re di asta herî bilind de bikevin nava piştevaniyê."