Li Hesekê komcivîna Yekîtiya Mamosteyan hat lidarxistin

  • 14:15 25 Çile 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi dirûşma "Em ê bi ruhê yekîtiya mamosteyan, em ê yekîtiya gelan ava bikin" Komcivîna Yekemîn a Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.
 
Îro Komcivîna Yekemîn a Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Akademiya Şehîd Egîd a Perwerdeyê li taxa Kebaba a bajarê Hesekê bi tevlîbûna Hevserokên Yekîtiya Mamosteyên Minbic, Kobanê, Şehba, Dêra Zor, Reqa, Qamişlo, Dêrik û Hesekê hate lidarxistin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger di civînê de amade bû. Civîn ji aliyê Hevserokên Yekîtiya Mamosteyên Kantona Hesekê Nesrîn Reşik û Ehmed Emîn ve hate bi rêvebirin. 
 
Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê rewşa Siyasî ji aliyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger ve hat nirxandin.
 
'Navenda şerê cihanê yê sêyemîn Sûriye ye'
 
Zelal teqez kir ku şerê cihanê yê sêyemîn dest pê dike û navenda wê Sûriye ye û wiha got: "Aloziya dawî ya di navbera Îran û Emerîkayê de yek ji hewldanê Îranê ye da ku hêzên Amerîka ji herêmê derxîne, ji ber ku Îran hebûna Amerîka li pêşiya hêviyên xwe yên derve wekî kelem dibîne."
 
Zelalê diyar kir ku aloziya ku tê dijîn çareseriya wê sistema netewa demokrtaîk e û wiha pê de çû: "Em di qonaxek pir hesas de ne, di vê qonaxê de şerê cihanê yê sêyemîn dest pê dike, navenda wê jî Sûriye ye yê ku herî zehmetî û êş bikşîne gelê Sûriyê ye.  Aloziya ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn, çareseriya wê projeya netewa demokratîk a ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêşkêş kiri ye, lê dewlet an jî hêzên desthilatdar naxwazin aloziya Sûriyeyê were çareserkirin, her û her kûrtir dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin."
 
Zelalê di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiya gelan kir û got: "Çeka herî xurt li hember dagirkeriyê yekîtiya gelan e."
 
Komcivîn bi xwendina raporên salane yên Yekîtiya Mamosteyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dewam kir. Paşê  niqaş li ser bilindkirina asta kar û xebat hate kirin.
 
Komcivîn bi niqaşên li ser avakirina sîstema hundirîn a yekîtiya mamosteyan bi dawî bû.