Girtîgeha Semsûrê tê valakirin

  • 14:02 25 Çile 2020
  • Rojane
XARPÊT - Wezîreta Edaletê biryara valakirina Girtîgeha Semsûrê da.
 
Duh êvarî saet di 20.55'an de li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhejek çê bû ku hêza wê 6.8 bû. Bi erdhejê re li Xarpêt û Meletiyê gelek avahî hilweşiyan. Li her du bajaran bi dehan avahî texrîb bûn. Her wiha bi biryara Wezareta Edaletê, Girtîgeha Semsûrê tê valakirin.