Di bin kavilên du avahiyan de 6 kes hatin derxistin

  • 13:43 25 Çile 2020
  • Rojane
XARPÊT - Li kuçeya Bostan a taxa Mûstafapaşa ya Xarpêtê, ji serê sibêhê heta niha bi saxî 6 kes ji bin du avahiyên li kêleka hev hilweşiyabûn hatin derxistin. Tê gotin di bin kavilên her du avahiyan de hîna jî mirov hene.
 
Duh êvarî saet di 20.55'an de li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhejek çê bû ku hêza wê 6.8 bû. Bi erdhejê re li Xarpêt û Meletiyê gelek avahî hilweşiyan û heta niha 4 jê li Meletiyê, 17 jê li Xarpêtê bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne. Li her du bajaran bi dehan avahî texrîb bûne. Her wiha tê gotin li Xarpêtê hîn jî di bin kavilên 4 avahiyan de mirov hene û xebatên ji bo xelaskirina wan didomin.
 
Li kuçeya Bostanê ya taxa Mustafa Kemalpaşa ya Xarpêtê, ji serê sibehê heta niha 6 kes bi saxî ji bin kavilên du avahiyên bi ser hev de hilweşiyan hatine derxistin. Xebatên lêgerînê tevî kûçikan bi bêdengî tên kirin.
 
Tê gotin hîn jî ji bin kavilên her du avahiyan dengê mirovan tên û komên xelaskirina ji bo 4 kesên ji heman malbatê bênavber dixebitin.