Girtiyên li Xarpêt û Meletê baş in

  • 13:23 25 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Erdheja bi pîleya 6.8 pêk hat û navenda wê navçeya Xûxê bû sedem ku gelek xisar pêk werin. Hat hînbûn ku li girtîgehên Xarpêt û Meletê xisar çênebûye. 
 
Do bi şev saet di nehan de li navçeya Xûxê ya Xarpêtê erdheja pîleya wê 6.8 bû pêk hat. Bandorên erdhejê hîn dewam dikin. Erdheja ku gelek cihan hat hêskirin bû sedema hilweşandina avahiyan û mirina 21 kesî. Her wiha dora hezar û sî kesî jî birîndar bûn. Kar û xebata ji bo lêgerîna rizgarkirina ji bin kavilan dewam dike. Piştî ku parêzeran bi rayedarên girtîgehan re hevdîtin pêk anîn şûnde agahî dan TUAY-DER'ê. Li gor agahiyên hat bidestxistin girtiyên di girîgehan de rewşa wan baş e.
 
Nûnerên TUAY-DER'ê diyar kirin ku ew ê îro parêzer biçin Girtîgeha Xarpêtê û girtiyan re hevdîtinê pêk bînin.