Heyeta HDP'ê çû Xarpêtê
- 10:27 25 Çile 2020
- Rojane
ENQERE - Heyeta HDP'ê piştî erdheja ku li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat şûnde ji bo lêkolînê çû Xarpêtê.
Do bi şev li navçeya Xûxê ya Xarpêtê erdheja pîleya wê 6.8 e pêk hat û li gor agahiyên herî dawî hat diyarkirin ku 20 kesî jiyana xwe ji dest dane. Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî erdheja ku li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat şûnde ji bo lêkolînê çû Xarpêtê.
Navên kesên di heyetê de cihê xwe digirin wiha ne:Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirs, Salim Kaplan, Berdevka Komisyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ayşe Acar Başaran, Parlamenter Erdal Aydemir, Şevin Coşkun û Hevserokê Erxeniyê Ahmet Kaya.