Li dijî êrîşan meş hat lidarxistin

  • 18:21 24 Çile 2020
  • Rojane
ŞENGAL-Nerazîbûnên şêniyên Şengale li hemberî erîşên dewleta tirk her ku diçe zêde dibin. Şêniyên Şengale li navenda bajare Şengal’e meşek li dar xistin û êrîş şermezar kirin.
 
Şêniyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê meşeke girseyî li dar xistin û êşrîşên li ser Şengalê şermezar kirin.  
 
Di meşa ku hat lidarxistin de Seroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Rihom Hico daxuyanî da û êrîşên ku  hatin kirin şermezar kirin. 
 
Emşê li ser navê TAJ'ê jî Emşê Xirmiş axivî û got ku ferman anîn serê civaka me. Lê zarokên me ji bo axa xwe li ber xwe dan. Di êrîşên herî dawî yên dewleta Tirk de 4 şervanan jiyana xwe ji dest dan lê di serî de dewleta Iraqê hemû dewlet bêdeng in li dij îvan êrîşan.