'Keç û xortên Êzidxanê wê têkoşîna xwe bidomînin'

  • 18:04 24 Çile 2020
  • Rojane
ŞENGAL- Dayikên ku zarokên wan di 15'ê Çileyê de li bajarokê Sununê Dîgurêya Şengalê jiyana xwe ji dest dan tevli merasîma bîranînê bûn. Dayikan diyar kir ku wê keç û xortên Êzidxanê têkoşîna zarokên wan ku jiyana xwe ji dest dane bidomînin.  
 
Dayikên ku zarokên wan di 15'ê Çileyê de li bajarokê Sinunê yê Dîgurêya Şengalê di encama êrîşên balafirên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan, serdana gorên zarokên xwe kirin û  bertek nîşanî êrîşan dan. Ji dayikan Aîşan Şengalî diyar kir ku 
Dewleta tirk dibinê kû zarokin Êzîdxanê li ber xwe didin parastina vê axê dikin û ji ber vê êrîşî wan dike.  Lê bi hezaran Êzidî hene ku cihên zarokên me bigirin. 
 
Aişanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got : “Li hemberê êîrşên ku bi ser me de tên her kes bêdeng e. Ne dewletên naveneteweyî û nejî hikûmeta Iraqê ku sedema van êrîşan e dengê xwe dikin.  Lê ez bi hêvîme  û dizanim ku zarokên vê axê wê parastina xwe bikin. Li dijî bêdengiyê ez dixwazim ku hemû civaka êzidî rabe ser piyan." 
 
 Nofa Xelef jî ku biryê xwe di di encama êrîşê de winda kir ev tişt got: "Em bi şahadetên ku pêk hatin gelêkî xemgin bun ev rastî ji bo me gelek giran bû. Her tim parastina me dikrin û parêstanên Êzîdxanê bûn.  Şehîdên me parastina axa xwe dikirin û şerê kesan nedikirin. Li dijî êrîşên ku tên kirin di serî de Iraq hemû cîhan bêden ge." 
 
Adûl Simo jî ku birayê wê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da wiha axivî “Di serîda  em sersaxiyê jê tevehî  gelê xwe re daxwazin û ji  malbatên tevahî şehîdan re  dixwezin. Dewleta dagirker her dixweze civaka êzidî tûne bike. Lê tûcaran nikarin me û civaka me tûne bikin. Em ê şopdarên doza şehîdên xwe bin."