Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
- 16:13 24 Çile 2020
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din red kir.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ku bi rêya parêzeran kiribûn red kir. Serdozgeriyê serlêdana malbata girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li gel Abdullah Ocalan tên ragirtin jî ku kiribûn red kir.
Malbatan herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de li gel Abdullah Ocalan û girtiyên din hevdîtin pêk anîbûn. Serdozgerî ji 12’ê tebaxê ve hemû serlêdanên malbatan red dike.