Dozgerî wê beriya kuştina Muhammed îfadê bigire
- 14:01 24 Çile 2020
- Rojane
AMED - Li bendê ye ku îro derbarê kuştina Muhamed Velî Dumez ê 8 salî ku li Çinarê winda bû îfadeya 3 kesên gûmanbar careke din bê girtin.
Li taxa Sergeliya a Çinarê di 21'ê Çileyê de Muhammed Velî Dumez ê 8 salî, li maleke hatibû terikandin birîndar hatibû dîtin. Muhammed piştî ku winda bibû di encama lêgerîna malbat û cîranê xwe de hatibû dîtin. Muhamed piştî ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bisimilê jiyana xwe ji dest da.
Di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de xalê zarokê biçûk V.T. û du gundiyên din hatin binçavkirin. Her 3 kesên ku hatin binçavkirin li bendê ye ku îro careke din îfadeya wan bê girtin.