Li Wanê polîsan bi ser malan de girtin

  • 12:27 24 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Polîsan bi ser Şaxa TUHAY-DER a Wanê û malên rêveberên wê de girtin û hevserok û rêveber jî di nav de gelek kes binçav kirin. 
 
Polîsan, bi ser malên rêveber û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxarên li Wanê (TUHAY-DER) de girtin. Hat diyarkirin ku polîsan bi ser malên Hevserokê TUHAY-DER’ê Seyfettîn Ertaş, rêveberê wê Kînyas Başak, Hevserokê komeleyê yê berê Onder Sogukbûlak û gelek kesan de girtine. Di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. 
 
Piştî serdegirtinên malan, polîsan avahiya TUHAY-DER’ê dorpêç kirin û di serdegirtina avahiyê de nêzî 3 saetan lêgerîn kirin.