Koguşên jinan bi kamerayê tên şopandin

  • 12:04 24 Çile 2020
  • Rojane
DÎLOK - Hat hînbûn ku koguşên jinan ên Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 24 saetan bi sîstema kamerayê û ji aliyê gardiyanên mêr ve tên şopandin. Li ser vê yekê malbatên girtiyan serî li ÎHD'ê dan. 
 
Hat hînbûn ku koguşên jinan a Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bi sîstema kamerayê tê şopandin. Piştî ku malbatên girtiyan serî li ÎHD'ê dan şûnde derket holê ku koguş bi kamerayan tên şopandin. Rêveberiya girtîgehê got sîstema kamera parçeyekî ji projeyê ye û xwe bi vî rengî parast. 
 
'Em bi 24 saetan ji aliyê mêran ve tê şopandin'
 
Girtiyan dema bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku ew ji ber tên şopandin gilî kirine û ji ber vê yekê ji aliyê gardiyanên jin ve lêdan xwarine. Malbatên girtiyan ji ber binpêkirina mafan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê dan. Girtiyan diyar kirin ku şopandina wan a bi kamerayan a ji aliyê gardiyanên mêr ve ne etîk e. Her wiha giryan diyar kirin ku gardiyan gotinên ne xwe ji wan dikin û ciwaneke girtî jî bi tundiyê rû bi rû hiştine. Girtiyên jin anîn ziman û gotin:"Em bi 24 saetan ji aliyê mêran ve tê şopandin. Loma me serî li ÎHD'ê dan."
 
Jinên girtî lêdan xwarin û cezayê dîsîplînê xwarin
 
Piştî serîlêdanê rêveberên ÎHD'ê û parêzeran bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîne û gerînendeyê girtîgehê aniye ziman ku sîstema kamerayê parçeyekî projeyê ye û ew nikarin vê yekê biguherin. Heyeta ji ÎHD'ê pêk tê di heman demê de got 3 girtiyên jin ji aliyê girtiyan ve lêdan xwarine û got ew ê li dijî binpêkirina mafan têkoşîna hiqûqî bidin.