Jinên siyasetmedar: Em ê teşhîr bikin

  • 09:06 24 Çile 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Siyasetmedarên jin der barê kuştinên jinan û îstîsmara zarokan a zêde bûye de axivîn û diyar kirin ku tiştên tên jiyîn encama polîtîka desthilatdariya yekparêz e û gotin: “Em jin çi dibe bila bibe em ê her tim wan teşhîr bikin.”
 
Siyasetmedarên jin der barê kuştinên jinan, îstîsmara zayendî û windabûna jinan de axivîn û diyar kirin ku ev bûyer nikare ji nedîtîve bê û gotin wê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Divê çareseriyên alternatîf bên dîtin’
 
Hevseroka HDP’a Qoserê Yekta Zankirti got divê li dijî kuştinên jinan û îstîsmarkirina zarokan çareseriyên alternatîf bên pêşxistin û ji bo ji van bûyeran re bêjin ‘bes e’ divê jin di têkoşînê de bên cem hev. Yektayê ev tişt bi lêv kir: “Desthilatdariya heyî bi pêşnûme qanûnên nû hewl dide mafê zarokan xesp bike. Divê em di hişmendiya vê de bin. Ji bo em pêşî li van bûyeran bigirin em ê heta dawî teşhîr bikin. Em jin bi hev re xurt in. Roj bi roj em ê xurtir bin. Em ê li dijî van kuştin û îstîsmaran bêdeng nemînin.”
 
‘Tiştên tên jiyîn parçeyeke qirkirina siyasî ye’
 
Rêvebera HDP’a Mêrdînê Munevver Ulker jî destnîşan kir ku li dijî pêkanînên li hember jin û zarokan divê zêdetir têbikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îstîsmara zarokan nayê qebûlkirin. Ji sala 2015’an heta niha bi awayekî mezin zêde bûye. Em der barê ku çawa pêşî li vê bigirin de xebatan dimeşînin. Em jin di vê mijarê de tên cem hev. Ev mijar hemû kesî dikin fikaran. Ev bûyerên wisa parçeyeke polîtîka qirkirina siyasî ne. Bêguman di salên borî êrîşeke wisa zêde tunebû. Lê di roja îro de dixwazin li her qadê pêşî li jinan bigirin. Ji bo pêşî li van bûyeran bê girtin, peywir dikeve ser darazê jî. Lê mixabin daraz ne li alî jin û zarokan e. Em ê her tim li dijî van pêkanînan bin. Ez bang li jinan dikim. Divê em her tim li ser piyên xwe bisekinin. Em li dijî kuştinên jinan û îstîsmarê berxwe bidin.”
 
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî bi lêv kir ku bi qanûnên tînin meclîsê û bi şîdetê peyama ‘bêdeng bin’ didin jinan û wiha pê de çû: “Polîtîkayên dewletê yekparêz in. Zêdebûna şîdeta li ser jinê, kuştinên jinan jî mînaka herî aşkere ye. Di bin navê îslamê de dixwazin xwe bidin qebûlkirin. Ev pêkanînên wisa jî ji bo jinan berxwedanê ferz dike. Berxwedana jinan wê heta dawî berdewam bike. Ji bilî berxwedanê riyeke din tune.”