ROJEVA 24'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 24 Çile 2020
  • Rojev
*Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca bal kişand ser ambargoya li Wargeha Mexmûrê û got: "Ger armanca me yek be divê em bi hev re gavan bavêjin. Êrişeke mezin li ser Şengal, Mexmûr, bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Ji bo deskeftiyên kurdan nekevin xeteriyê divê em li gorî berjewendiyên Gelê Kurd biryaran bidin. Divê ambargoya heyî bi lezgînî were rakirin û kurd xwedî li Mexmûr derkevin." DÎMEN HEYE 
 
*Tulay Hatîmogullari ya HDP’yî, diyar kir ku der barê windabûna Gulîstan Doku de daxuyaniyeke mirovan îqna bike nehatiye dayîn û ev jî mirov dike nav gûmanan. Tulayê wiha berdewam kir: “Di gelek bûyeran de sûcên rêveberên AKP’ê û kesên nêzî AKP’ê tê veşartin. Gumana ku gumanbarê bûyerê derkeve derveyê welat û ji ber bavê wî polîse, bûyer tê veşartin, zêde dibe.” BI DÎMEN
 
*Malbatê ji 10-15 kesî pêk tên û di bin mûçeyê asgarîyê de debara xwe dikin û nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin. Jinan bertek nîşanî gotinên hikûmetê yên ‘krîz tune ye’ dan û gotin: “Em vî pereyî ji mutbexê re an jî ji cil û bergan re veqetînin? Agahiya wan tune ku gel birçiye, tî ye.” DÎMEN HEYE
 
*Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku der barê şewba berazan û gurîbûnê ya li hinek herêmên Tirkiyeyê rû dane, wezareta tenduristiyê tu tedbîr negirtine û aşî jî neanîne Tirkiyeyê û got: “Yek ji sedemên zêdebûna şewbê, têkçûna şert û mecên aborî-civakî ye.”
 
*Siyasetmedarên jin der barê kuştinên jinan û îstîsmara zarokan a zêde bûye de axivîn û diyar kirin ku tiştên tên jiyîn encama polîtîka desthilatdariya yekparêz e û gotin: “Em jin çi dibe bila bibe em ê her tim wan teşhîr bikin.”DÎMEN HEYE