HDP çû serdena Edibe Ozçelik
- 17:14 23 Çile 2020
- Rojane
HATAY - HDP, çû serdana Edibe Ozçelik a ku li Samandagê di encama serdegirtina malan de qeyranan dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Li Samandaga Hatayê polîsan girtibûn ser mala Edibe Ozçelik û çek dabû serê zarokên wê. Di encamê de Edibe Ozçelik qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Tevî parlamentera HDP'ê Tulay Hatmogulari heyetek, çû serdana Edibe Ozçelik a ku li Samandagê di encama serdegirtina malan de qeyranan dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Lawê Edibe, Ufuk Ozçelik da zanîn ku ew ê têkoşîna hiqûqê ya ji bo cezakirina kujerên diya wî bidin. Tulayê anî ziman ku wan ev bûyer li meclîsê jî anîne rojevê û ew ê li dijî zextan bi hev re têbikoşin.