Bi bombeyên gazê êrişî şêniyên Kobanê kirin

  • 16:07 23 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Panzerên artêşa tirk tevî hêzên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan. Şêniyên herêmê nerazîbûn nîşan dan. Leşkerên tirk bi bombeyên gazê êrişî gel kirin.
 
Artêşa tirk tevî hêzên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan. Li gundê Xorxirê şêniyên herêmê li ber vê yekê rabûn. Lê belê leşkeran bi bombeyên gazê êriş birin ser gelê herêmê.
 
Dewriyeya ku li gundê Aşmê yê Kobanê dest pê kir tê payin ku li heman cihî bi dawî bibe.