Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 15:57 23 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku bi muwekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rêzan Sarica, di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn. 
 
Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersîv dimînin.