Weqfa Jina Azad navê xwe bi daxuyaniyekê guherand

  • 15:41 23 Çile 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê, navê komeleya xwe bi daxuyaniyekê guherand Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê. 
 
Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê  bi armanca destekdayîn û xwedîderketina li tevahî jinên Sûriyeyê, navê komeleya xwe bi 
daxuyaniyekê guherand û kir Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê. Daxuyanî li pêşiya navenda weqfê a taxa Hilêliyê hat dayin. Di daxuyaniyê de tevahî endam û rêvebrên weqfa jina azad li Herêma Cizîrê beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Weqfa Jina Azad Şîlan El-Belo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Piştî 5 sal ji karê Weqfa Jina Azad a Rojavayê  Kurdistanê, bê navber ji bo destekdayîna jinê di hemû qadên jiyanê de, Karmendên Weqfa Jina Azad karîbûn bi kedeke mezin, dirûşema"Jina azad esasê civaka azad e" isbat bikin. Bi dehan projeyên di aliyê aborî, çandî, civakî û tenduristî de bi rengekî serkeftî, pêk anîn. Gelek projeyên wek vekirina 3 nexweşxaneyên biçûk, 11 baxçeyên zarokan, malên mirovên bê kes, kargeha dirûtinê û peymangeha mûzîkê ji bo jinan,vekirin. 
 
Di dema pêş de jî  projeyên me ji bo azadkirina tevahî jinan hene. Em weke Weqfa Jin navê xwe diguherînin û dikin Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, da ku em li tevahî jinên Sûriyeyê xwedî derkevin. Bi hêviyên serkeftinê ji bo tevahî jinan."
 
Daxuyanî bi dirûşma" Jin jiyan azadî" bi dawî bû.