Endama meclîsa şaredariyê Qereyaziyê hat binçavkirin

  • 12:17 23 Çile 2020
  • Rojane
ERZIROM - Endama Meclîsa HDP'ê ya şaredariya Qereyaziya Erziromê hat binçavkirin. 
 
Di 18'ê îlonê sala 2019'an de qeyûm tayînê şaredariya Qereyaziya Erzirome hat kirin, di 27'ê kanûnê de 8 endamên meclîsa şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji kar hatin dûr xistin. Di nav 8 kesan de Emel Turan jî îro dema ku ji gund derbasî navçe dibe ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Hat ragihandin ku ji bo îfade Emel bigirin ew birin fermandariya leşkerî ya navçeyê. 
 
Sedema binçavkirina Emelê nehat zanîn.