Li Wanê dema qedexeyê dîsa hat dirêjkirin

  • 11:56 23 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Walîtiya Wanê, 'qedexeya çalakiyan' a ji 21’ê mijdara 2016’an ve li bajêr dewam dike, 15 rojên din jî dirêj kir. 
 
Walîtiya Wanê, 'qedexeya çalakiyan' ên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û vekirina stand a ji 21’ê mijdara 2016’an ve li bajêr dewam dike, 15 rojên din jî dirêj kir.
 
Walîtiyê derbarê 'qedexekirina çalakiyan' de daxuyanî da û got: “Ji 24’ê çile heya 07’ê sibatê di nava sînorên erdnîgariya Wanê de, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina stand, çêkirina anketan, kon vedan, kampanyayên îmzeyan li darxistin û belavok belavkirin hatine qedexekirin.”