'Wê Efrîn ji dagirkeran re nemîne'

  • 11:31 23 Çile 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa MSD'ê ya şermezarkirina êrîşên tirkiyeyê yên li ser Efrînê bûne, derbarê êrîşan de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Dibe ev du sal in em ji Efrînê derketi bin, lê her têkoşîn û berxwedana serdemê di dilê me  de zindî dibe û îradeya me li hember dijmin xurt dibe."
 
Bi boneya duyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, Meclisa Sûriya Demokratîk ya Herêma Efrînê li gundê Ziyaretê ya Navçeya Şêrewa, meşek li dar xist. Jinên Efrînê yên ku tevlî meşê bûne nêrînên xwe di derbarê êrîşan de ji me re parve kirin.
 
'Wê Efrîn ji dagirkeran re nemîne'
 
Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Fikret Omer diyar kir ku meşa wan ji bo salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ye û wê ji bo doz û mafê xwe tim li qadan bin û wiha domand: "Em ji hovîtiya tirkiyeyê netirsiyane û her me li ber xwe daye. Bi saya şervanên berxwedêr em ê vegerin cih û warên xwe û axa xwe rizgar bikin û bi azadî careke din bijîn."  
 
'Li hember pilanan serhildana me geş e'
 
Jina bi navê Denîz Dilxwaz nêrîna xwe ji bo êrîşan û kiryarên dagirkeriyê anî ziman û wiha got: "Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi 72 balefirê şer, êrîşî Efrînê kir û di encama êrîşan de gelek sivîl ji warê xwe koçber bûn. Her çiqas êrîş hov jî bû, em her dibêjin pilan  li hember îradeya me bi ser neket. Serhildana me li hember dagirkeriyê geşe e." 
 
'Gelê Kurd ji bo azadiya xwe şer dike'
 
Jina bi navê Sîhem Bekirî wiha got: "Di encama êrîşên dewleta tirk de, gelek komkujî li ser sivîlan de pêk hatin. Li hember van êrîşan, em serî natewînin. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe şer dikin. Çalakiyên me ji bo vegera Efrînê wê berdewam bin. Heta em bigihêjin armancên xwe em ê têbikoşin."