Şêniyên Enqereyê: Zarokan nekin alava van qanûnan

  • 09:19 23 Çile 2020
  • Rojane
Dîlan Babat-Habîbe Eren
 
ENQERE - Şeniyên Enqereyê derbarê mijara 'efûkirina kesên ku êrîşa zayendî li hemberî zarokan pêk tîne' de gotin: "Divê zarokan nekin alava van qanûnan. Tehemula me ji vê tune edî.”
 
Pêşnûme qanûna ku AKP’ê di mijdara 2016’an de anî rojevê û di pêşnûmeyê de dihat pêşniyarkirin ku di sûcên êrîşên zayendî ya li hemberê zarokê de, ger zewac pêk bê wê ceza bê taloqkirin. Sererastkirin niha dîsa di rojevê de ye. Sererastkirina di çarçoveya Pakêta Daraza Duyemîn de cih digire û tê payîn ku di rojên pêş de wê bê meclîsê, rastî bertekan tê. Welatiyên Enqereyê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Bila zarokan nekin alava pêşnûmeyên wisa’
 
Sema Keser da zanîn ku ew li dijî vê pêşnûmeyê ne û wiha got: “Divê pêşnûmeyeke wisa neyê axaftin. Ji xwe li kujerên jinan, tacîz û tecawizkaran cezayên zivik tên birîn. Ger cezayên bi bandor bihatana dayîn wê evqas bûyer nehatibana jiyîn. Berê bûyerên tecawizê evqas ne zêde bûn. Çawa ku cezayê li gumanbaran hatin daxistin bûyer jî zêde bûn. Em pêşnûmeyeke wisa tu car qebûl nakin. Bila zarokan nekin alava qanûnên wisa.”
 
‘Çavkaniya şermê ye’
 
Ebrar Yagci jî bertek nîşanê pêşnûmeyê da û got: “Ji ber polîtîka bêcezahiştinê em di vê rewşê de ne. Ev pêşnûme ji bo wan nabe pirsgirêk. Lê bê serê zarokên wan, wê fêm bikin. Armanca vê meclîsê ne edelet e? Ger edeletê jî pêk neynin wê demê tu karê wan li wê meclîsê tune. Lê tu tehemula me ji vê pêşnûmeyê re tune.”
Sila Altintaş jî daxuyakirin ku wê ev sererastkitin rê li ber travmayên mezin vebike û wiha pê de çû: “Ev pêşnûme çavkaniya şerm ê ye. Dibêjin em mirovan, em gel fêm dikin lê qet fêm nekirine. Ji ber polîtîka bêcezabûnê gelek zêde ye her kes cesaretê jê digire. Em nikarin li kolanan rehet bigerin.”
 
‘Em nikarin vê pêkanîna ku zarokan davêje nav agir qebûl bikin’
 
Îrem Yapar jî berteka xwe wiha anî ziman: “Li şûna divê em pêş bikevin, her tim şûnde dikevin. Divê ji bo nifşê nû derfetên baştir bihata afirandin lê em niha pêşnûmeya efûyê diaxivin. Ev civakê şûnde dixîne. Biryara zarokê tune tê hesibandin. Biryara ku malbat bide jiyana zarokê wê tune bike. Em nikarin vê pêkanîna ku zarokan davêje nav agir qebûl bikin.”
 
Şehrîban Beder jî balkişand ser pêşnûmeya ku wê bibin meclîsê û ev tişt bi lêv kir: “Em ji bo zarokên xwe dijîn. Em xwe ji bo zarokên xwe dem tê tune dikin. Bi vê pêşnûmeyê re wê dê, bav û zarok ji nûve bimrin. Anîna vê pêşnûmeyê şerma mezin e. Li malbat û zarokan dijhiqûqiyeke mezin e.”
 
‘Meclîs, meclîsa Erdogan e’
 
Welatiyekê jî da zanîn ku divê qanûn pêşî li tiştên wisa bigire û got: “Jiyana zarok ji xwe tarî dibe, ev jî têr nake, bi gumanbarê tecawizê re dizewicînin. Ev tê wateya kuştina zarokan.”
 
Welatiyek din jî bertek nîşên mijara ku ketiye rojevê da û wiha dawî lê anî: “Gelo zarokên van mirovan tune? Ev meclîs ger meclîsa gel be divê rewşên ji bo başiya civakê biaxive. Îstîsmara zarokê sûcê mirovahiyê ye. Divê ji bo van sûcan cezayên bi bandor bên dayîn. Ew meclîs meclîsa Tayîp Erdogan e. Ger meclîsa gel bûna wê ev mijar qet nehatibana axaftin. Wê pirsgirêkên mirovan bihata axaftin.”