Nurşat Yeşîl: Divê em bertekên xwe li her derê nîşan bidin

  • 09:10 23 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
DÊRSIM - Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Nurşat Yeşîl der barê bûyerên dawî yên li Dêrsîmê de nirxandin kir û got: “Divê bertekên me her dayîm hebin. Li her qadê divê em bertekên xwe nîşan bidin.”
 
Dêrsîm bi rojane bi bûyerên îstîsmara zayendî û Gulîstan Doku ya winda bûye, di rojevê de ye. Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku di 5’ê Çile de winda bû û 17 roj e agahî jê nayê girtin. Her wiha li navçeyê bûyerên îstîsmarê jî rû dan û bertekên gel yên li dijî van bûyeran didome. Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Nurşat Yeşîl, rewşa dawî ya li Dêrsîmê nirxand.
 
‘Biryarê veşartî ji bo parastina gumanbaran e’
 
Nurşatê diyar kir ku 5 mehên dawî de bûyerên îstîsmara zayendî ya li hember zarokan derdikevin holê û got: “Havîna borî li Pertekê mêrekî 70 salî bi zor ketibû mala jineke ciwan ya 17 salî û îstîsmar kiribû. Bi qêrîna keçikê re cîranan xwe gîhandibûyê û zarok hatibû xilaskirin. Li Xozatê jî dîsa mêrekî kal zarokek îstîsmar kiribû. Li Pilûrê merekî 40-50 salî zarokek 12 salî îstîsmar kiribû. Herî dawî li Pertekê di nav de çawîşê pispor jî heye 3 kesî li hember 15 zarokan îstîsmara zayendî pêk anî. Mixabin 6-7 sal paşeroja van bûyeran heye. Li ser dozê biryara veşariyê heye. Ji ber vê me nikaribû bi malbatan re hevdîtinê bikin. Mirov xwe dikşînin. Mixabin biryara veşartî jî gumanbaran diparêze.”
 
‘Efûya îstîsmara zarokan tune ye’
 
Nurşatê daxuyakirin ku tiştên li Dêrsîmê dijîn ji rewşa giştî ya Tirkiyeyê ne serbixwe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotinên rayedarên dewletê, di zêdebûna îstîsmara zayendî de bandorek cidî dike. Kêmasiyên di mekanîzmaya edaletê de, bi serrastkitina efûya îstîsmara zayendî û polîtîka bêcezahiştinê re, rê li ber zêdebûna bûyerên wisa vedike. Li şûna ku divê qanûn bê guhertin, di mijara îstîsmara zarokan de efûyê tînin rojevê. Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Ji bo îstîsmara zarokan efû tune ye.”
 
‘Divê em xwe biparêzin’
 
Nurşatê bi lêv kir ku li Dêrsîmê çeteyekî fuhuşê yê cidî heye û polîtîkatiyeke ku ji bo jinan bixînin tê şopandin û got: “Hewl didin civakê di alî ahlaqî de bixînin, ciwan û jinan bixînin nav çiravê. Ya ku dixwazin li vir bikin ev e. Li vî bajarî bikaranîna hişbirê zêde bûye. Bi taybet di salên dawî de ne li ser zanîngehan li herêmî polîtîka fuhuşê tê meşandin. Ne tenê li Dêrsîmêli hemû herêmê ev tê jiyîn. Em bang li jinan dikin. Divê her kes hişyar be. Xwe biparêzin. Em ê her tim li pey van bûyeran bin.”
 
‘Gulîstan Doku li ku ye?’
 
Nurşatê bal kişand ser xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku û got hîna agahî jê nehatiye girtin û got: “Ewil me der barê windabûnê de zêde tiştek nizanibû. Lê piştre agahî hatin. Tevî hemû hewldanan agahiyên rast nehatin girtin. Her derê Dêrsîmê bi mobesayan tê şopandin. Li her derê mobesa heye. Tevî vê em tu agahiyê ji hêzên ewlehiyê nagirin. Em wek jin hesabê Gulîstanê dipirsin. Ev ne bûyereke hêsan ya întîxarê ye. Di serê hemû welatiyên Dêrsîmê de pirsnîşan hene. Hevalên Gulîstanê, baroya Dêrsîmê, Platforma Jinan, HDP û hemû hêzên ked û demokrasiyê, wê li pey bûyera Gulîstan Doku be. Em ê heta dawî bipirsin. Divê bertekên me her dayîm hebin. Li her qadê divê em bertekên xwe nîşan bidin.”