'Rayedar li şûna şîretan bila pirsgirêkan çareser bikin'

  • 09:01 23 Çile 2020
  • Rojane
Medya Uren-Berîtan Canozer
 
AMED - Jinên amedî bertek nîşanî gotina serokkomar dan û gotin: “Em zarokên xwe bidin xwendin û nedin xwendin jî ferq nake. Ji ber ku pêşeroja wan ne diyare û kar nîne. Ger ku nikarin derfetan biafirînin bila dibistana bigirin. Rayedar li şûna şîretan bila pirsgirêkan çareser bikin."
 
Gotinên serokkomar û serokê giştî yê AKP'ê Tayîp Erdogan hêj jî ji hêla civakê ve tê nirxandin. Gotinên serokkomar ya demên borî derbarê hejmara anîna zarokan û niha jî derbarê zewicandinê de jinên amedî bertek nîşandan û gotin divê pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. 
 
Yasemîn Kiliç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Serokkomar Tayîp Erdogan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Zarokên min ên biçûk û yên ku diçin zanîngehê hene. Ez zarokên xwe bi muçeya teqewîtbûnê xwedî dikim. Ji bo zarok di nav şert û mercên baş de bixwînin em gelek mesrefan dikin. Lê piştî ku zanîngeh diqedîn, hewldanên kar dîtinê tên kirin. Lê mixabin nih tu derê kar nîne. Li gorî min keda ku em didin vala diçe. Êdî kêr gihaştiye hestî. Gelê ji ber xizaniyê jiyana xwe ji dest didin, gelek caran ji ber xizaniyê serî rêyên cuda didin. Ji ber rewşa heyî êdî hêviya me ji Tirkiyeyê nema ye. Gelo di nava vî rewşê de ciwan dê çawa bizewicin. Niha lawê min dixwaze bizewice lê em nikarin dawetê bikin û ji ber ku êdî derfeta me nîne. Ez bang li serokkomar dikim gelo kar tunebe ma we ciwan çawa bizewicin. Rewşa gel êdî xirabtir bûye."
 
'Bixwînin nexwînin êdî ferq nake'
 
Yasemîn di dawiya axaftina xwe de banga çareseriyê kir û wiha got: "Em niha zarokên xwe bidin xwendin û nedin xwendin jî ferq nake. Ji ber ku pêşeroja wan ne diyare û kar nîne. Ger ku nikarin derfetan biafirînin bila dibistana bigirin. Em her tiştê xwe ji bo xwendina zarokan xerç dikin gelo çîma? Em encam jî nagirin."
 
‘Kesên banga zewace dikin bihayê nan ji nizanin’
 
Gulîstan Demîr, qala mûçeya asgarî kir û wiha axivî: “Bi zêdekirina mizeya asgarî zirtan dikin û dê têra kî/kê bike. Bi vê perê dê kiriya xanî, fatûrayên mehane, xwarîn û vexwarin û cil û berg dê çawa bide. Em bi perê heyî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Qeyrana aborî serê xwe girtiye û diçe. Em perîşan bûn. Di vê rewşê de zewaca çi? Ez li ser navê xwe bêjim ku ez qet destûr nadim zarokên min niha bizewicin ji ber ku zewac berpirsyarî û dahateke baştir dixwaze. Bihayê zêr bûye 519,98, em nikarin navê wê ji bibêjin. Ka ji kesên van bangan dikin re bibêjin bûhayên nan dizanin çiqas e. Kesê nizane yê behsa zewacê dike.”
 
Gulîstan, diyar kir ku pişre dibêjin ev ciwan çima direvin diçin dewletên Ewropayê û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Ma ciwan di nava vê şer û qeyranê de çawa pêşeroja xwe plansazî bikin. Li Ewropayê kêm be jî azad in û dikarin bi xwendinê tiştek bikin."
 
‘Bila şîretan nekin pirsgirêkan çareser bikin' 
 
Jinek jî wekî jinên din bal kişand ser gotinên serokkomar û wiha bilêv kir: "Serokkomar derbarê zewacê de biryar dide, derbarê hejmara zarok anînê de biryaran dide. Heke rewşa Tirkiyeyê baş be mirova dikare van mijaran nîqaş bike. Divê rayedar li şûna şîretên bi vî rengî dikin bila pirsgirêkên heyî çareser bikin. Em ê bi kijan pereyê bizewicin? Êdî fikr û azadiya kesek li ser vê axê nemaye. Em çibikin divê em ji wan bipirsin."