ROJEVA 23'YÊ ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 23 Çile 2020
  • Rojev
*Jinên amedî bertek nîşanî gotina serokkomar dan û gotin: “Em zarokên xwe bidin xwendin û nedin xwendin jî ferq nake. Ji ber ku pêşeroja wan ne diyare û kar nîne. Ger ku nikarin derfetan biafirînin bila dibistana bigirin. Rayedar li şûna şîretan bila pirsgirêkan çareser bikin." BI DÎMEN 
 
* Jinên gundê Um El-Kêfê yê navçeya Til Temirê, ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê wan di nava tengasiyên mezin de ne. Jinên gundê Um El-Kêfê yê navçeya Til Temrê: " Em li gundê xwe ne, ger malên me jî bi ser me de hilweşînin, em ji ser axa xwe naçin. Bila çeteyên tirkiyê ji axa me derkevin." BI DÎMEN 
 
*Dêra Mor Yakup ku yek ji dêrên herî kevn a herêmê ye û li Nisêbînê ye, bi îhaleya ku ji aliyê Muzeya Mêrdînê ve hat dayîn re xebatên restorasyonê lê hatin destpêkirin û saleke girtiye û kes nikare lê bigere û kesên diçin jî vedigerin. BI DÎMEN 
 
* Li Kizilayê mêrê bi navê Naîl O. zarokê 14 salî bi êrîşa zayendî rû bi rû hiştibû. Gumanbar ji aliyê dadgeriya nobedar ve hatibû berdan û di rûniştina yekem de bi zarok re anî rû hev. Heyeta dadgehê pirsa ‘tu çima neqîriyaye’ ji zarok pirsîbû.
 
* Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Kudret Temel, diyar kir ku li girtîgehên Tîpa T û Tîpa F yên Wanê hejmara girtiyên nexweş derketiye 69’î û ji van yek jî Sîtî Goren e. Kudretê got: “Daxwaza me ev e ku piştî serlêdana girtiyên nexweş hema bibin nexweşxaneyê û her wiha girtiyên nexweş jî bên tehliyekirin.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Nurşat Yeşîl der barê bûyerên dawî yên li Dêrsîmê de nirxandin kir û got: “Divê bertekên me her dayîm hebin. Li her qadê divê em bertekên xwe nîşan bidin.”BI DÎMEN
 
*Hejmara 10’emîn a Kovara Jinan a Yenî Demokrat bi gotina ‘li her çar alî cîhanê serhildana jinan’ derket. Ji kovarê Sevdayê diyar kir ku kovar di alî avakirina qada ku jin polîtîkayê bikin de gelek girîng e û got jin xwe di nivîsan de dibînin.BI DÎMEN
 
*Şeniyên Enqereyê derbarê mijara 'efûkirina kesên ku êrîşa zayendî li hemberî zarokan pêk tîne' de gotin: "Divê zarokan nekin alava van qanûnan. Tehemula me ji vê tune edî.” BI DÎMEN