TAJÊ: Êrişên li hemberî Efrînê nayê jibîrkirin

  • 12:22 22 Çile 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi boneya salvegera êrîşên li hemberî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Êrîşên li hemberî kurd û civaka Êzidî tê kirin bi tu carî ji hêla saziyên navneteweyî we nayên dîtin û her tim bêdeng dimînin. Lê em jin tu carî li hemberî êrîşan bêdeng nabin û em ê li ber xwe bidin."
 
Bi boneya salvegera êrîşên li hemberî Efrînê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand. TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana Gelê Kurd ya li hemberî hovitiya DAÎŞ’ê.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di roja me ya îro herî zêdê kurd  ji milê desthilatdaran ve tê hedef girtin. Her wiha saziyên navnetewî, saziyên mirovî beramberî van êrîşan jî bê deng dimînin. 2 sal beriya niha dewleta tirk bi her awayî êrîşê li Efrînê kir. Di vê êrîşê de bi sedhezaran kes koçber bûn. Di nav de Êzidî jî heyî bi hezaran jin, zarok û sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hovîtiya dewleta tirk li ser li tu deverê nayê dîtin. Ne tenê Kurd û civaka Êzidî, hemû gelên ku li Efrînê dijîn hedef hatin girtin. 
 
Êrîşên hewayî ên li Şengalê jî ji bûyerên li Bakûr Rojhilate Sûriyeyê qût nînin. Di destpêkê de cîhên dîrokî hatin hedef girtin. Bi xirabkirina cîhên dîrokî û pîroz xwestin dîroka civaka kevnar, ol û baweriya tunebikin. Di dîroka mirovatî te dijminantiya ku dewleta Tirk berambere Kurd û civaka Êzidî dikê li tu dîrokê de nayê dîtin.
 
Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em di salvegera 2’yemîn a êrîşa li hemberî Efrînê pêk hatî şermezar dikin. Tehamûla dewleta Tirk ji kurd û Êzidiyan re nemaye. Ji bo vê jî di serî de êrîşê  hemû destkeftiyên wan dikin. Di sedsala 21’an kurd li dijî şer û hovîtiya DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin meşandin. Lê em wek jinên Êzidî beramberî van bûyaren em bê deng namînin. Bi taybet piştî şehîdxistina Fermandarê YBŞ û her sê şervanên pêşeng ê YBŞ ku em wek berdewamiya Fermanê dibînin, em ê tola wan şehîdên xwe ên qehreman rakin. Ev êrîş ne êrîşek ji rêzê, bi komplo her çar pêşengên me hatin şehîdxistin. 
 
Li ser vê esasê em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bang li hemû mirovatî, saziyên sosyalîst, çepgir û rêxistinên jinan dikin ku bi çalakiyan li ser piya bin, xwedî li Êfrînê û şehîdên xwe derkevin.”