Ji ber alîkariya komirê nayê kirin, welatî rojên zehmet derbas dikin

  • 09:11 22 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Li navçeya Artemît a Wanê ji ber barîna berfê bi şev serma dadikeve pîleya -20'î. Welatiyên taxa Bakraçli ya Artemîtê, yên derfetê wan yên girtina sotemeniyê tune ye û ji ber Weqfa Alîkariya Civakî jî alîkariya komirê nade, rojên zehmet dijîn. Welatiyan diyar kirin ku komira alîkariyê zirarek mezin dide xweza û tenduristiya wan lê weke din çare tune ye û got divê demildest hewcedariya wan ya sotemeniyê bê çareserkirin.
 
Li Wanê ji ber berfê, sermayek tund a gihaştiye pîleya -20'î heye. Welatiyên ku rewşa wan a aborî ne baş e û nikarin sotemeniyê bigirin, diyar kirin ku hîna weqfa alîkariya civakî jî komir nedane wan. Komira ku her sal du caran 40 çewal dihat dayîn, zirarek mezin dida tenduristiya gel û xwezayê jî. Li aliyê din jî welatiyên ku nikarin komira ku tona wê bûye hezar û 500 TL, bikirin, neçarî alîkariya komirê ya weqfê digirin.
 
‘Walîtiyê alîkariya komirê betal kir’
 
Li navçeya Artemît a Wanê li taxa Bakraçli her sal ji bo welatiyên rewşa wan a aborî ne baş e, alîkariya komirê dihat kirin lê îsal nehatiye kirin. Welatiyan diyar kir ku di şert û mercên zehmet de jiyana xwe derbas dikin. Zehra Tayanir diyar kir ku bi salane ji alîkariya komirê ya tê kirin, fêde nekiriye û got: “Li mala me kes bi sîgorteyî naxebite. Ez bi dehan carî çûm weqfê. Gotin biçe 6 meh şûnde bê. Ez çûm vê carê walîtiyê daxwaznameya min betal kiribû. Sala borî jî bi heman hincetê komir nedan min. Ji ber pirsgirêkên aborî em bi alîkariya cîran û xizmên xwe, zivistanê derbas dikin.”
 
‘Ez ê îsal jî ji mutbexê bibirim û ji sotemeniyê re razînim’
 
Zehrayê bi lêv kir ku ji ber krîzê êdî kes jî alîkariyê nade û got: “Em 10 kes in. Lê em tenê li odeyekê sobeyê datînin. Em hemû li odeyekê radizên. Hewa gelek cemidî ye. Em neçar in 24 saet sobeyê pêxînin. Xebatkarê me yê sîgorteyî tune ye. Pereyekî mayinde ku têkeve malê tune ye. Em ê vê zivistanê jî ji mutbexa xwe bibirin û ji sotemeniyê re razînin.”
 
Sultan Tayan jî wiha got: “Di lîsteya ji keyatiyê hat, hat gotin ku weqf wê alîkariya komirê bike. Komira didin gelek xerab e, 40 çewalî didin. Bandorê li tenduristiya me dike. Lê em çi bikin. Tona komirê bûye hezar û 500 TL. Em nizanin çi bikin.”
 
Nazîme Îrat jî got ew neçar in ji komira xwe teserufê bikin û got: “Ji ber sermayê zarok her tim nexweş dikevin. Em êzingan ji baxçeyên xwe digirin. Di van rojên tund de em tenê êzingan dişewitînin. Me serî li weqfê da lê alîkarî nekirin. Zarokên me ji ber vê her tim nexweş dikevin.”