'Gelên ku li ser vê axê dijîn bi hev re birînên xwe dipêçin'

  • 09:02 22 Çile 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Hevseroka Meclîsa Gel a Aşûrî Sîbor Yûsif, êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Sîborê wiha got: "Gelên ku li ser vê axê dijîn bi hev re birînên xwe dipêçin û rê nadin ku ji bo berjewendiyên dijmin yekîtiya wan bi dawî bibe." 
 
Gelê Aşûr ê ku li ser xeta Xabûrê û li Navçeya Til Temirê dijî, Meclîsa Gel a Aşûrî bi armanca rêxistinkirinê, ava kir. Bi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê, aşûriyan gundê xwe ji koçberan re vekirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Aşûrî Sîbor Yûsif nêrînên xwe anî ziman. 
 
'Aşûriyan deriyê xwe ji koçberan re vekirin' 
 
Sîborê di destpêka axaftina xwe de da zanîn  ku aşûriyan deriyên xwe ji koçberan re vekirin û hewl didin bi hev re birînên xwe bikewînin û wiha dom kir: "Piştî ku dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşên xwe kirin, me deriyê mal û gundê xwe ji 4 hezar û 200 koçberên Serêkaniyê, gundewarê Til Temir û Zirganê re vekir. Em gelên ku li ser vê axê dijîn bi hev re birînên xwe dipêçin û rê nadin ku berjewendiyên dijmin di valaderxistina yekîtiya me de pêk werin."
 
'Dewleta tirk komkujiyên derheqê gelan de dubare dike'
 
Sîborê wiha dewam kir: "Dewleta tirk komkujiyên derheqê gelan de dubare dike. Dîroka dewleta tirk bi komkujiyan her xwe dubare kiriye. 
Niha dîsa dewleta tirk dixwaze heman xewna ku nîvco maye temam bike. Dixwaze demografiya herêmê biguherînin,  gelên resen ên herêmê qir bikin û malbatên çeteyan lê bi cih bikin."
 
'Rêxistina me wê rê li ber komkujiyên mîna Seyfo û Sîmêlê bigire'
 
Sîborê bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyinê û wiha dewam kir:"Em naxwazin êdî komkujiya Seyfo û Sîmêlê ya ku ji aliyê dewleta osmanî ve pêk hat, bê dubarekirn. Loma xwerêxistinkirin gelekî girîng e. Rêxistina me wê rê li ber komkujiyên mîna Seyfo û Sîmêlê bigire. Gelên ku ne rêxitinkirî bin her dem bi komkujiyan rû bi rû tên hiştin." 
 
'Hêza ku dijmin jê ditirse, rêxistina jinê ye'
 
Sîborê bal kişand ser rêxistina jinê û wiha got:"Jin ne lewaz e. Hêz, hizirîn û rêxistina wê ji ya mêr xurtir e. Ji ber vê, jinê di qadên diplomasî û leşkerî de xwe bi rêxistin kiriye. Dijmin jî ji hêza jinê ditirse. Li hember vê yekê jî em ê jî wiha zêdetir asta têkoşîna xwe bilindtir bikin."
 
'Pêwîst e dewleta tirk hesabê komkujiyên derheqê gelan de bide' 
 
Sîborê di dawiyê de wiha got: "Pêwîst e dagirkeriya dewleta tirk û komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin bên dîtin. Divê komkujiya ku dewleta tirk li ser Ermeniyan pêk aniye bê dîtin. Pêwîst e dewleta tirk hesabê komkujiyên derheqê gelan de bide û li gor zagonanên navnteweyî were cezakirin."