'Em bi hêviya jiyanek azad dijîn'

  • 09:01 22 Çile 2020
  • Rojane
Dilocan Bozî
 
KOBANÊ - Zarokên Kobanê derbarê êrîşên li ser Rojava de anîn ziman ku ew jiyanek aram dixwazin û wiha gotin: "Em naxwazin ku zarok werin qetilkirin. Tu sûcê me tune ye. Em bi hêviya jiyaneke azad dijîn."  
 
Di nava şer û pevçûnan de kesên herî zêde zerarê dibînin zarok in. Gelek zarok ji ber êrîşên dewleta tirk hatin kuştin, yan jî parçeyek ji bedena xwe winda kirin û hin ji wan jî bi sedema topbarana balafiran zirar gihaşt canê wan. Zarokan derbarê êrîşên ku dewam dikin de hestên xwe anîn ziman. 
 
'Em naxwazin zarok bên qetilkirin'
 
Zaroka bi navê Nazdar Hemo nêrîna xwe wiha anî ziman: "Dewleta tirk bazirganiya xwe li ser xwîna zarokan dike. Em naxwazin zarok bên qetilkirin. Her zarok xwedî  maf e ku li ser axa xwe bijî, lê dewleta tirk me ji  mafê me yê jiyanê qut dike û di encama şer de zarok bê dayik û bav dimînin. Ez bi  hêviyên azad dijîm ku êdî xwîna zarokan li ser vê axê neyê rijandin û dawî li şer were."
 
'Zarok bi destê terorê tên kuştin'
 
Zarokê bi navê Serdem Mihemed  diyar kir ku zarok bi destê dewletên teror tên qetilkirin û wiha domand: "Dewleta tirk û çeteyên wê bi hezaran zarok di komkujiyan re derbas kirin. Di komkujiya Kobanê de zêdetirî  20 zarokî  jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê li Til Rifetê dema ku zarokan di kolanan de bi lîstokên xwe dileyistin di encama tobarana dewleta tirk de, 8 zarok hatin kuştin û hin jî birîndar bûn û parçeyek ji bedena xwe winda kirin. Zarok bi destê terorê tên kuştin."
 
'Em dixwazin bilîzin û bixwînin'
 
Zarokê bi navê Ferzat Ehmed wiha got: "Min di dersa xwe ya  di dibistanê de,  çîroka Dehaqê xwînmij xwend. Piştî wê dersê dema ez Erdogan li ser ekranê televizyonan dibînim, Dehaq tê bîra min. Erdogan jî zarokan dikuje. Ez ji bajarê xwe hez dikim û em ê tu carî ji axa xwe dernekevin."
 
'Em dixwazin her rojên me lîstok û ken bin'
 
Zarokê bi navê Mustefa Osman jî hestên xwe wiha anî ziman: "Bi sedema êrîşên dewleta tirk a dagirker, dibistanên me mehekê hatin girtin. Bila êdî bes me bikujin. Em dixwazin di nava xweşiyê de bin. Bila her rojên me lîstok û ken be. "