ROJEVA 22'YÊ ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 22 Çile 2020
  • Rojev
*Zarokên Kobanê derbarê êrîşên li ser Rojava de anîn ziman ku ew jiyanek aram dixwazin û wiha gotin: "Em naxwazin ku zarok werin qetilkirin. Tu sûcê me tune ye. Em bi hêviya jiyaneke azad dijîn."  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclîsa Gel a Aşûrî Sîbor Yûsif, êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Sîborê wiha got: "Gelên ku li ser vê axê dijîn bi hev re birînên xwe dipêçin û rê nadin ku ji bo berjewendiyên dijmin yekîtiya wan bi dawî bibe." 
DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Şehîdan ên Kobanê piştgiriya xwe ya ji bo şervanên QSD’ê, anîn ziman û gotin:"Hêza QSD’ê nûnertiya me dike. Wê hêzên dagirker nikaribin me û zarokên me ji hev qut bikin." DÎMEN HEYE
 
*Endamên Platforma Jinan a Dêrsîmê bertek nîşanê êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan û gotin: “Em jin wê li dijî êrîşên zayendî dengê xwe bilind bikin. Li her qadê em ê li dijî şîdet, tecawiz, asîmîlasyon û tacîzê têbikoşin û tu car paş ve gavê navêjin.” DÎMEN HEYE
 
*Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir ku serokomar Tayyîp Erdogan, bi sûcdariya ku ‘cîhadîstên Sûriyeyê birine Lîbyayê’ tê sûcdakirin, wek ‘lîderê terorê yê Îhvayî’ tê dîtin û got mudaxaleya li Lîbyayê wê Tirkiyeyê bike çiravê.
 
*Dayika Aştiyê Xewlet Oncu di 20’ê Nîsana 2019’an de li Qoserê tevlî daxuyaniya ji bo balê bikşînin grevên birçîbûnê bû û li wir ji erdê ve hatibû kaşkirin û binçavkirin. Der barê Dayika Aştiyê de ji 5 salan heta 10 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin. 
Duyemîn rûniştina dozê sibehê tê dîtin. Beriya rûniştinê Xewletê pirsa ‘Ji bo keseke ku aştiyê dixwaze, mirinê naxwaze çima doz tê vekirin?’ kir û bertek nîşanî pêkanînan da.  DÎMEN HEYE
 
*Endama KKP’ê Afşîn Dalkiliç diyar kir ku Yekitiya Neteweyî ji bo gelê Kurd xwedî nirxeke girînge û got: “Helwesta gel wê pêvajoya pêkhatina yekitiyê lezgîn bike. Em ê wek jinên ciwan  li vir di xebatan de cih bigirin û em ê hem bi nêrîn, hem bi rexne û hem jî bi çalakbûna xwe, hêzê xebatan bikin.” BI DÎMEN
 
*Jinên ji ber krîza aborî dest vala ji bazaran vedigerin, diyar kirin ku kesên krîzê înkar dikin divê êdî pêngavekê biavêjin û gotin: “Dewletê mirov hewceyî pariyek nan kirine. Li ser zemê, zem tê kirin. Welat hatiye asta têkçûnê.” BI DÎMEN