HDP'ê bi belavokan banga tevlibûna kongreyê kir

  • 16:30 21 Çile 2020
  • Rojane
EDENE - Jinan bi minasebeta 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku wê di 23'yê sibatê de bê lidarxistin belavok belav kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî ku wê bi dirûşma 'HDP'yek hîn bi hêztir û têkoşînek bihêztir' di 23'yê Sibatê de li dar bixwe  li gelek navçeyên Edeneyê belavok belav kirin. Di belavkirin belavokên ku li navçeya Seyhanê li bazarên taxên Şakîrpaşa û Gurpinarê hat kirin de parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û gelek DHP'yî tevli bûn.