Yekîtiya Ciwanên Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê meşiyan

  • 16:00 21 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Ciwanên Şoreşger li Efrîn û Şehbayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, meşek li dar xistin. 
 
Bi armanca şermezarkirina salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma"Bi rihê Berxwedana Serdemê û Rûmetê, em ê vegerin Efrînê" meşek li dar xistin. Meş li Bajarokê Til Rifeatê yê Şehbayê bi beşdarbûna ciwanên Efrîn û Şehbayê, sazî û meclîsên Bajarokan, pêk hat. Ciwanan di meşê de wêneyen pakrewanên azadiyê, zarokên komkujiya Til Rifetê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên "Bi rihê Berxwedana zindanan, serî hildin, tecrîdê bişkînin Efrînê rizgar bikin" hildan. Meş bi dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dewam kir û dawiyê meş veguherî mêtîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê Rûgaz Hemo ve, hat xwendin.
 
 Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi pêşengtiya NATO'yê hikûmeta AKP’ê de bi armanca parçekirina civaka aram êrîş li ser Efrînê kir. Hikumeta AKP’ê ya faşîst bi erêkirina dewleta Rûsiyayê û bi komployeke navneteweyî êrîşî nirxên mirovahiyê kir.  Bi van êrîşan dewleta tirk siyaseta xwe ya qirêj li herêma me pêk anî û dest bi guhertinên demografîk, dizîya şûnwarên Efrînê kir. Bêdengiya navneteweyî li hember fedekarên ku bi laşê wan hat lîstin, şermeke dîrokî ye. Em ê li hember komkujiyên dewletên faşîst xwedî sekneke radîkal bin.
 
Berxwedana 58 rojan  li hember komploya navneteweyî, pîroz e. Em weke ciwanên şoreşger soz didin pakrewanên azadiyê ku riya wan bişopînin Heta gihaştina jiyaneke azad û welatekî rizgar em ê li berxwe bidin. Em ê li hember êrîşên derheqê gelê me de xwedî rol û misyon bin."
 
Meş bi dirûşma"Na ji dagirkeriya dewleta tirk re","Bijî Serok Apo" bi dawî bû.