Yekîtiya Êzîdiyan li ser salvegera êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da

  • 15:34 21 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi boneya 2'yemîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, Yekîtiya Êzdiyên Efrînê li kampa berxwedanê ya Şehbayê daxuyanî da. 
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê, Yekîtiya Êzdiyên Efrînê li kampa berxwedanê ya Şehbayê, daxuyanî da. Şêniyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzdî, beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Êzdiyan a Efrînê Orîvan Menan ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"2'yemîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, em şermezar dikin. Dewleta tirk roj bi roj kiryarên xwe li ser şêniyên herêmê didomîne û hemû pêkhateyan hedef digire. Êzidî her rastî fermana hatiye, tirkiye li dijî çand û ola me derdikeve. Dewleta tirk bi êrîşên xwe re hemû sivîl, çand, xweza û nasnameya gelan hedef girt. Têkoşîna Gelê Kurd ew ê li dijî van pêkanînan bi ser bikeve. 
 
Em weke bang li tevahî rêxistinên civaka sivîl, Neteweyên Yekbûyî, Mafê Mirovan, Yekîtiya Ewropa û Rejîma Sûriyeyê dikin ku gavên piratîk ji bo derxistina dewleta tirk a dagirker a ji axa Sûriyeyê  bê avêtin, da ku gelên ji cihê warên xwe hatine kirin, vegere cih û warê xwe."
 
Daxuyanî bi dirûşmên"Bê Serok jiyan nabe"," Bê Efrîn jiyan nabe"  bi dawî bû.