Jinan serdana malbata Şefîkayê kir
- 14:09 21 Çile 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran serdana malbata Şefîka Yasa ya ku ji 12'ê Çileyê ve agahî jê nayê girtin kir.
Platforma Jinan a Şahmaran serdana malbata Şefîka Yasa ya ku ji 12'ê Çileyê ve agahî jê nayê girtin kir. Hatibû aşkerakirin ku Şefîkay ya di 12'ê Çileyê de ji mala xwe derket û carekedin venegeriya malê ji aliyê mêrê bi navê Ahmet ve hatiye tehdîtkirin. Endamên Platforma Jinan a Şahmaran bi armanca piştevaniyê serdana malbata Şefîkayê kirin.