Ji bo beşdarbûna hevdîtina jinê bang hat kirin

  • 12:13 21 Çile 2020
  • Rojane
STNEBOL - Platfroma Em ê Kuştinên Jinê Rawestînin û Meclîsên Jinê ji bo bidawîkirina tundî û kuştina li ser jinan ew ê di 9'ê Sibatê bên hevdu. Ji bo beşdarbûna hevdîtina jinê bang hat kirin.
 
Platfroma Em ê Kuştinên Jinê Rawestînin û Meclîsên Jinê ji bo bidawîkirina tundî û kuştina li ser jinan ew ê di 9'ê Sibatê bên hevdu. Ji bo beşdarbûna hevdîtina jinê bang hat kirin. Ew ê malbatên jinên hatine qetilkirin, jinên tundiyê dibînin û Nûnera Giştî ya KCDP'ê Gulsun Kav û Sekreta Giştî ya Platformê Fîdan Ataselim beşdar bibin. 
 
Li ser hevdîtinê ev agahiyan hatin dayin:"Têkoşîna me ya li dijî tundî û komkujiya li ser jinê ew ê bê vegotin. Ji bo kuştinên bi guman derkevin holê ji bo di tarîtiyê de nemîne em ê bên gel hevdu. Ji bo em dîsa pirsa 'Çi bi Rabia Naz hat kirin' bipirsin û li dijî tundiya li ser hemû jinan têbikoşin em ê bên gel hevdu."
 
Di daxuyaniya ku hat dayin de ji bo jinên bixwazin beşdarî civînê bibin hat xwestin ku forma vê lînkê bê dagirtin :https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLScwqid-6kbHz9ajYORhJM3LJmH_QxARLOcMCylTMhdQEV8dZw/viewform