Elif Kisa girtin û pereyê wê yê lênihêrtinê jî birîn

  • 10:19 21 Çile 2020
  • Rojane
GUMGUM - Wezareta Malbat Xebat û Xizmetên Civakî li Elbîstanê pereyê lênêrtinê yê jina bi navê Elîf Kisa ya bi îdaya "Alîkarî daye rêxistinê" ku hat girtin birî.
 
Li navçeya Elbîstan a Gumgumê jina bi navê Elîf Kisa bi hevjînê xwe re di 3'yê Kanûna 2019'an de hat binçavkirin û piştre bi îdaya "alîkarî daye rêxistinê " hatibû girtin. Wezareta Malbat Xebat û Xizmetên Civakî ji bo ku Elîf li lawê xwe yê astengdar Îsmaîl Kisa binêre hezar û 380 TL pereyê ku mehane dida Elîfê birî. Herwiha Wezaretê berî bi 4  salan jî pereyê astengdariyê  yê Îsmaîl Kisa birîbû. 
 
Bavê Îsmaîl Kisa Alî Kisa, li ser medya civakî derbarê mijarê de agahî da.  Alî kisa di parvekirina xwe de wiha got: "Pereyê ku ji bo astengdariyê Îsmaîl digirt birîn. Lawê min bi awayê giran astengdar e. Heta ku ez bijîm ez ê hîn baştir li Îsamîl binêrim. Serê me rahet e. Her tişt ne pere ye. Em wekî gel divê li hev xwedî derên. Bi heskirin û rêzdarî ji Elbîstanê Alî Kisa."