Jinên Pertekê: Em ê li dijî van geşedanan tu car bêdeng nemînin

  • 09:13 21 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
DÊRSÎM - Jinan diyar kir ku sedema zêdebûna îstîsmar û şîdetê polîtîkayên bêcezakirinê ne û got: “Bedena zarokan aîdê wan e, bedena jinê aîdê jinê ye. Berovajî vê şîdet e, destdirêjî ye. Em jin tu car li dijî vê bêdeng namînin.”
 
Li Dêrsîmê di demên dawî de bûyerên îstîsmarê yên hatin jiyîn, ketin rojevê. Herî dawî li navçeya Pertekê, derket holê ku Harun Yildirim herî kêm 15 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin. Harun Yildirim û du kesên ligel wî hatin girtin û hat diyarkirin ku yek ji van kesan cerdevan e. Li Dêrsîmê di 5 mehên dawî de 4 sûcên êrîşa zayendî hatin kirin û hêrsa jinan a li dijî vê mezin dibe. Jinan diyar kir ku wê heta dawî têbikoşin û şopdarên dozan bin.
 
‘Ji qanûnan fêdeyê digirin’
 
Seda Şîmşek Gungor a li Pertekê dijî, diyar kir ku bûyerên êrîşa zayendî zêde bûne û ji ber bêhestiyariya civakê û polîtîka bêcezahiştinê ev bûyer zêde bûne. Sedayê ev tişt bi lêv kir: “Polîtîkayên bêcezabûnê cesaretê dide mêran. Mêr jî ji qanûnan fêdeyê digirin. Mêr bi kravat û cil û bergên pak tên tahliyekirin. Li cem zarokê dayika wê tê qetilkirin lê tiştek nayê kirin. Ev kiryar bi rehetî digerin. Ev der cihên biçûk in. Li cihê wisa tişt hema derdikevin derve lê her kes bêdeng dimîne. Ew jî dizanin ku tiştek nabe, berdewam dikin. Min li Pertekê 8 salan mamostetî kir. 8 sal berê mamosteyekî gumanbarê destdirêjiyê surgunê Lîseya Pîşeyî ya Keçan hat kirin. Ev pêkanîn tê wateya ku ew mamoste xilas bûye. Ger bihata cezakirin wê bixistana girtîgehê an jî ji pewirê bihatana girtin. Tevî ku delîl hebûn ew mamoste şandin dibistanên din. Yên li dijî vê dengê xwe bilind kirin jî hatin cezakirin. Niha jî behsa sererastkirina cezayê destdirêjiyê dikin. Em ê li dijî vê bêdeng nemînin. Em jinên Pertekê em ê heta dawî dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Divê zarok ji pedagogan piştgiriyê bigirin’
 
Bîrsen Akin jî got ew li dijî bûyerên êrîşa zayendî gelek bi hêrs in û got divê gumanbar cezayên herî giran bigirin. Bîrsenê jî balkişand ser zewacên di temenê biçûk de, destdirêjî û tecawizê û zêdebûna bûyeran û got: “Çend meh berê zarokek keç bi êrîşê re rûbirû hat. Yê ev kir jî niha li derve digere. Em civak li dijî bûyerên wisa bêdeng in. Dema em bûyeran dibihîzin em têk diçin. Em dayik newêrin zarokan bişînin kolanê. Em êdî nizanin ku bi kê bawer bikin. Divê zarok ji pedagog û civaknasan piştgiriyê bigirin. Divê rêveberiyên herêmî jî ligel malbatên mexdur bin. Du zarokên min hene. Min ji 4-5 salî de ji wan re got ‘cihê we yên taybet hene, bila kes dest nedê, ger bidê biqîrin.’ Bila zarok ewil li malê piştre jî li dibistanê perwerdehiyên wisa bigirin ku rastî bûyerên wisa neyên. Bedena zarok bedena zarok e, ya jinê aîdê jinê ye, berovajî vê jî şîdet e, destdirêjî ye.”
 
‘Sererastkirin wê rê li ber îstîsmarê vebike’
 
Pinar Baş destnîşan kir ku bûyerên êrîşa zayendî ne tenê li Dêrsîmê li hemû Tirkiyeyê zêde bûne û got ji bo pêşî li van bûyeran bê girtin divê cezayên bi bandor bên dayîn. Pinarê balkişand ser qanûnên nû yên ku hewl tên dayîn bên derxistin jî û wiha pê de çû: “Bi pêşnûmeqanûna êrîşa zayendî wê zarok bi gumanbaran re bên zewicandin û ev jî wê rê li ber zêdekirina bûyeran vebike. Ev qanûn wê cesaretê bide gumanbaran. Piştî bûyerên êrîşan yên li Pertekê, ev du hefteye em dixebitin. Me ji 15 jinî pirsî û gotin wan hîs kiriye ku tiştek wisa heye lê kesî tiştek nekiriye û gilî nekirine. Malbat hişyar nekirine. Civak li dijî bûyerên wisa bêdeng dimîne. Di vê mijarê de hewce bi perwerdehiyan heye. Divê em şopdarên bûyerên wisa bin. Divê em bertekên xwe nîşan bidin.”