‘Gumanbar li şûna ceza, bi zewacê tê xelatkirin’

  • 09:06 21 Çile 2020
  • Rojane
Habibe Eren
 
ENQERE - Bi Pakêta Darazê ya Duyemîn tê payîn ku sererastkirina ‘di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de bi riya zewacê efû’ bê meclîsê. Pispora Xizmeta Civakî û aktîvîstê mafê zarokan Emrah Kirimsoy mijar nirxand û got: “Gumanbar li şûna cezakirinê, bi zewacê tê xelatkirin.”
 
Sererastkirina ‘Di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de bi riya zewacê efû’ bi bertekên jinan du caran hatibû vekişandin. Lê bi Pakêta Darazê ya Duyemîn ya ku AKP’ê amade kiriye, dîsa hat rojevê. Li gorî sererastkitinê, di navbera zarok û gumanbarê êrîşa zayandî de, ger temenê 10 sal zêdetir tunebe û ev bi hev re bizewicin wê ceza bê taloqkirin. Di çapemeniya alîgirê desthilatdariyê, sererastkirin wek ‘xilaskirina malbatên mexdûr’ hat serwîskirin.
 
Jinên di 2016’an de gotin ‘Hûn nikarin tecawizê rewa bikin’, di 2018’an de gotin ‘Em êrîşa zayendî nadin efûkirin’ û bertekên xwe anîn ziman û qanûn şûnde vekişandin, di 6’ê çile de jî daketin kolanan û gotin ‘Efûya êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan nayê qebûlkirin’. Ji Komeleya Zarokan a Gundem ya bi KHK’ê hatibû girtin, Pispora Xizmeta Civakî û aktîvîstê mafê zarokan, Emrah Kirimsoy, bandora pêşnûmeqanûna ya li ser zarokan nirxand.
 
Emrah diyar kir ku ev sererastkirin mafê mirovan yên zarokan ji dest digire û hewl dide ku wek alava zayendî ya tê daxwazkirin bê afirandin û got: “Ji bo saziya malbatê nirx tê dayîn û bi pergala baweriyê jî piştgiriyê dide vê. Qanûnên ku zarokan naparêzin tên derxistin û ev jî bêguman rê li ber nîqaşan vedike. Niha nokteya ku em hatinê eve ku; zarok ji pergala parastinê tê derxistin, yanî berpirsyariya dewletê ya li hember zarokan tune tê hesibandin. Lê heta temenê 18 salî statuyeke heye. Ev statu jî berpirsyariya parastinê dide dewletê. Mixabin sererastkirina ku niha tê nîqaşkirin jî êrîşa zayendî ya ‘sûc e’ rewa dike.”
 
‘Gumanbar tê xelatkirin’
 
Emrah destnîşan kir ku êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan her diçe zêde dibe û bi vê re jî polîtîka bêcezabûnê pêk tê û got: “Niha dibêjin zaroka rastî êrîşa zayendî hatiye bi gumanbar re bê zewicandin wê ceza bê taloqkirin. Ev tê wateya ku zarok ji pergala parastinê tê derxistin. Ev jî tê wateya ku li Tirkiyeyê edelet pêk nayê. Gumanbar li şûna ku bê cezakirin, bi zewacê tê xelatkirin. Zaroka rastî êrîşa zayendî hatiye jî wê bi binpêkirinên mafan yên giran re bê rû hev. Ev jî wê bêcezahiştinê rewa bike. Yanî ev qanûn wê rê li ber encamên ku vegera wê ne pêkane, vedike. Di rewşeke wisa de her zarok wê cudatir ji vê pêvajoyê bi bandor bibe.”
 
Emrah wiha dawî li axaftina xwe anî: “Refleksa civakê li dijî polîtîkayên desthilatariyê têr nake. Hemû aliyên polîtîtîkayên desthilatdariyê rexne dikin ji vê para xwe digirin. Saziyên civaka sivîl yê mafê mirovan diparêzin ji vê para xwe digirin. Di mijara xwedî hişmendîbûnê de qelsî hene. Divê neyê jibîrkirin ku her kes ji hev berpirsyar e. Divê rojeva her kesî her tim zarok bin û piştevanî bê zêdekirin.”