‘Gel bi serhildanên hevpar yekîtiya xwe ava kiriye'

  • 09:04 21 Çile 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer- Medya Uren
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê  û parlamentera Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku 'Komxebata Yekitiya Neteweyî' ya di pêşengiya  Tifaqa Partiyaên  Kurdistani de bi nîqaşan encamên girîng hatin bidestxistin û got: "Ji her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşan serhildaneke hevpar pêk hatin û ev bi serê xwe yekitiye. Ji bo em vê mayînde bikin divê em di nava têkoşîn û xebatê de bin.”
 
Komxebata 'Yekitiya Neteweyî' ku di pêşengiya Tifaqa Partiyên Kurdistanî de bi tevlîbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên kurd li Amedê pêk hat. Komxebat 2 rojan dom kir û û encamnameya komxebatê hat aşkerakirin. Têkildarê encamnameyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera Amedê Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser girîngiya komxebatê. 
 
Salîha, diyar kir ku partî û sîyasetmendar ji bo yekitiya kurd, parastina nirx û destkeftiyan her tim hevdîtin pêk dianîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di sala 2012’yan de xebat dest pê kir û di sala 2013’yan de ji bo ev pêvajo veguhere kongreya neteweyî hevdîtin û xebat hatin kirin. Li  bakurê Kurdîstanê li ser yekitiya netewî partiyên siyasî hatin cem hev û ev tiştek girîng bû. Gelê kurd di nav şer û pêvçûnan de gelek bedelên mezin dabûn. Lê îro beramberî vê yekê li rojava û başûrê Kurdistanê deskeftiyên girîng hatin bi destxistin. Dîsa li bakur jî destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Her wiha li rojhilatê Kurdistanê jî bingehek civakî heye û em dibînin ku geşedanên li Îranê dikarin zemînek ji bo yekitiyeke domokratîk ava bikin.”
 
‘Gelê me yekitiya netewî pêşve biriye’
 
Salîha, da zanîn ku li dijî pergala dewletan her tim têkoşîna kurdan dom kiriye û wiha got: "Li ser vê yeke divê armanc parastina deskeftiyên kurdan be. Divê ji bo yekitiya neteweyî birdoziyên cuda bihêlin aliyekî û bên cem hev. Li gel wê yekê ji bo yekitiya neteweyî ya kurd, ji îlonê heta niha em bi partiyên siyasî ên li bakurê Kurdistanê siyasetê dikin re tên cem hev û hevdîtinan pêk tînin. Li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî êrîşan serhildaneke hevpar tê lidarxistin, ev bi serê xwe yekbûnek a netewî dafirîne. Ji bo em vê mayînde bikin divê em di nava têkoşîn û xebatê de bin. Di cihên pêwîst de me tişta ku ketiye ser mile kiriye û me di vî derbarî de guh daye vîna gele kurd. Ji bo em ji van bangan re bibin bersiv em weke siyasetmendar, hunermend, ronakbîr, jin, oldar û weke komleyên sivîl me di komxebatê de cih xwe girt.”
 
‘Pêşniyar û nîqaşên girîng hatin kirin’
 
Salîha di axaftina xwe de bal kişand ser mijarên ku di komxebatê de hatin nîqaşkirin û wiha bilêv kir: "Di komxebatê de em li ser 3 mijaran rawestiyan. Em li ser afirandina model û rêbazê rawestiyan. Her wiha li ser avakirina kongre an jî meclîsa neteweyî nîqaşên berfireh hatin kirin. Dê kîjan bê erêkirin an jî bê nîqaşkirin. Pirsgirêkên li hemberî yekbûnê çî ne bû mijara komxebatê. Komxebateke berfireh bû ev tişt di encamnameyê de hatin bicihkirin jî. Her wiha ji bo meşandina dîplomasiyê jî dê xebatek bidin meşandin. Di nîqaşên komxebatê de derket holê ku encamên girîng hatin bidestxistin."
 
'Ji bo yekitiyê dê hevdîtinên me bidomin'
 
Salîha, da zanîn ku ne tenê siyasetmedar ji her parçeyên civakê tevlî komxebatê bibûn û wiha axivî: "Komxebat hêviyek dide. Tevlîbûna ji her parçeyên civakê girîng bû. Her wiha em ê ji bo yekitiyê ji parçeyên din ên Kurdistanê re bikevin têkiliyan. Di serî de jî hevdîtinên me li başûrê Kurdistanê jî pêk bên. Bi armanca avakirina yekitiyê em bi siyasetmendar, rayedar, oldar û kesên di civakê de gotina wan derbaz dibin re hevdîtinan pêk bînin. Ji bo yekitiyê heta niha me ji tu parçeyan bersiveke neyînî negirt. Bi TEV-DEM'ê re me hîn hevdîtin pêk anîbûn û xebatên me yên girîng jî hene. Ez di vê baweriyê de me ku dê li her çar parçeyên Kurdistanê de hewldanên girîn dê pêk bên."