Civîn Remo: Tecrîd encama polîtîkayên dijmiroviyê ye

  • 09:01 21 Çile 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê, Civîn Remo derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:" Tecrîd encama polîtîkayên dijmiroviyê ye. Divê pêkanîna polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibe."
 
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an hevdîtin pêk anîn. Têkîldarî mijarê Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê, Civîn Remo ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Berdewamkirina tecrîdê berdewamkirina şer û nakokiyên li herêmê ne'
 
Civînê destnîşan kir ku berdewamkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewamkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn e û wiha domand:"Armanca komploya ku heta niha tê meşandin tunekirina nasnameya Gelê Kurd e. Tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin jî berdewamiya komployê ye. Berdewamkirina tecrîdê berdewamkirina şer û nakokiyên li herêmê ne. Fikrê Rêber Apo destana têkoşîn, berxwedan, hêz, îradeya gelan derdixe pêş. Lewma desthilatdariya tirk hewl dide fikrê Ocalan ji gelan dûr bixe."
 
'Temenê krîza Rojhilata Navîn bi tecrîda giran a li ser Ocalan tê dirêjkirin'
 
Civînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Projeya netewa demokratîk a ku Ocalan ji me re pêşkêş kiriye, bingeha çareserkirina pirsgirêka civakê û nakokiyên mezheb, olî û nîjadî ye. Ji ber ku wekhevî û jiyana hevpar di navbera tevahî pêkhateyan de ava bûye, ji bo ev agirê ku li ser destê hêzên desthilatdar hatiye gurkirin were vemirandin çareseriya herî guncav pergala netewa demokratîk e. Her wiha temenê krîza Rojhilata Navîn bi tecrîda giran a li ser Ocalan tê dirêjkirin. Ji bo krîz bi dawî bibe û aştiyek mayinde li Rojhilata Navîn pêk were divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd encama polîtîkayên dijmiroviyê ye. Ji bo polîtîkayên dijmiroviyê têk biçe divê hemû kesên demokrastiyê diparêzin dengê xwe bilind bikin."