Siyasetmedaran ji malbata Nurcan Bakir re sersaxî xwest

  • 16:10 20 Çile 2020
  • Rojane
EDENE - Hevseroka KCD'ê  Leyla Gunev, Hevseroka DBP'ê ya Giştî Salîha Aydenîz û kesên bi wan re, ji bo Nurcan Bakir a ku li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî serdana  malbata wê kirin û serdaxî ji malbatê re xwestin. 
 
Hevseroka Kongreya Ciaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partaiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera Amedê Salîha Aydenîz, Parlamentera  Edeneyê Tulay Hatîmogullari û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din çûn serdana malbata Nurcan Bakir a ku li Girîtîgeha Burhaniyeyê li dijî binpêkirina mafan dawî li jiyana xwe anî û sersaxî ji malbatê re xwestin. 
 
'Em tenê dayike jî bimînin em dest ji têkoşînê bernadin'
 
 Leya ya ku ji malbatê re sersaxî xwest, gelek hestiyar bû. Leyla di kesayeta Nurcanê de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û got ku Nurcan a 28 sal e di girtîgehê de ye tu carî serî li ber zilm û zoariyê netewandiye.  Leyla wiha berdewam kir: " Nurcan ji bo nasname û zimanê Gelê Kurd bê naskirin têkoşîn da. Dibe ku dema em li malê bin hayê me pê nebe lê li girtîgehan zilmeke mezin heye. Lê hevalên me tu carî li dijî vê zilmê serî netewandin.  Girtiyên siyasî têkoşîna xwe berdewam dikin.  Birêz Abdullah Ocalan jî 20 sal e di bin tecrîdê de ye. Wan got dibe ku em Glê Kurd ji têkoşîna wan vegerînin. Lê em venagerin. Em tenê dayikek jî bimînin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Şehîd rêya me ronî dikin. Bila serê Gelê Kurd saxbe."
 
'Em ê ji bo gelê xwe têkoşînê mezin bikin'
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî ji malbatê re sersaxî xwest û got ku divê xwedî li nirxên pîroz û li bedelên tên dayîn bêderkietin. Salîha wiha berdewam kir: "Divê em têkoşîna xwe mezin bikin û heta Kurdistaneke Azad berdewam bikin. Em wekî pêşengên vî gelî ji ji şehîdên Kurdistanê û ji Nûrcanê re soz didin.  Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Têkoşîna Gelê Kurd li cîhanê belav bûeye."
 
Heyet piştî re ji malê veqetiya.