TJA: Dixwazin ser windakirina Gulîstan Doku bigirin

  • 15:04 20 Çile 2020
  • Rojane
RIHA - Jinên TJA'yê ku derbarê Gulîstan Doku ya ji 5'ê Çileyê de winda ye daxuyanî dan, gotin;"Em dizanin ku dixwazin ser bûyerê bigirin û ev ji peyameke ku didin civakê. Di kesayeta jinên kurd ên ciwan de dixwazin dixwazin li dijî jinên kurd polîtîkayên şerê taybet bikin meriyetê."
 
Jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP )  û Tevgera Jinên Azad (TJAT)  derbarê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ku ji 5'ê Çileyê de winda ye, li avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Lê ser navê jinan Hevseroka Bajarê Rihayê ya HDP'ê Emîne Çetîner daxuyanî xwend. Emîne diyar kir ku ev 16 roj in ji Gulîstanê agahî nayê  girtin û gotin ku rayedarên dewletê ên ku dibêjin 'li Dêrsimê ji teyrê difire agahiya me heye' îdia dikin ku ji Gulîstanê agahiya wan tune ye. Emîne anî ziman ku li bajarê bi kamerayan hatiye dorpêçkirin çawa mirov winda dibin û nayên dîtin.    
 
'Lêgerîn bi sînor tê kirin'
 
Emîneyê diyar kir ku agahiyên raydar didin wan dikin nava gûmanê û wiha berdewam kir: "Lêgerîn bi sînor tê kirin. Îro kesên ku ji bo nedîtina Gulîstanê hincet nîşandidin û kesên ku naxwazin jin hesap bipirsin heman kes in.  Bi taybetî di 16 rojên dawîn de bûyerên destdirêjî û destavêtinê ku li bajarên ji bo têkoşîna azadiya jinê girîng in pêk tên ne rasthatin e.Dêrsim bi rojane bi windabûna xwendekar Gulîstan doku, bûyerên êrîşa zayendî li dijî zarokan ku li pertekê pêk hatin di rojevê de ye. Çapemeniya ku xeat van bûyeran aşkera bike jî hedef hat girtin.  "
 
'Gulîstan Doku li ku ye'
 
Emîne diyar kir ku ev hemû ji polîtîkayên şerê taybetê ê ku îktîdar pêş dixe cuda nayên destgirtin û got ku bi taybetî li herêmê ji bûyerên bi vî rengî re çav tên girtin û siyaseta bêcezahiştinê tê kirin. Emîne wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibînin ku tê xwest ser bûyeran bê girtin. Ev jî peyamek e ji bo civakê. Di kesayeta jinên kurd ên ciwan de  di çarçoveya şerê taybet de tê xwestin ku destdirêjî û testavêtin bibe polîtîkayeke sîstematîk. Ev 16 roj in em diprisin 'Gulîstan Doku li ku ye?"
 
Daxuyanî bi dirûşma "Gulîstan Doku li ku ye?" bi dawî bû.