TJA û jinên HDP'yî: Gulîstan Doku li ku derê ye?

  • 13:09 20 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinê ya Stenbolê ya HDP'ê û Aktivîstên TJA'yê li aqubeta Gulistan Doka ya ku 16 roj in windaye pirsîn û daxwaz kirin ku demildest Gulistan bê dîtin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo li aqubeta Gulistan Doka ya ku 16 roj in windaye bipirsin li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li qada civînê pankarta bi nivîsa "Gulîstan Doku li ku derê ye?" hat hilgirtin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê û parlamenterê HDP'ê yê Stenolê Dilşat Canbaz jî beşdarî civînê bûn. 
 
Dilşat Canbaz di civînê de axivî û wiha got:"Dêrsim ne zêde mezin e. Lê hîn Gulistanê nehatiye dîtin. Îtidarê êrîşî kesên ji bo Gulistanê çalakî li dar xiste. Em dibînin ku îktidar çi qasî ji jinê ditirse. Heta ku Gulistanê bê dîtin em ê di nava tevgerê de bin. Em wekî jin dev ji vê yekê bernadin."
 
Piştre Ayşe Surucu axivî. Ayşeyê got: "Windabûyina Gulistanê parçeyek ji polîtikayên şer ên taybet ên li ser Dêrsimê ne." 
 
'Encama polîtikayên bêcezabûnê'
 
Aktivîsta TJA'yê Besra İşsever wiha got:"Polîtîkayên şer ên îktidarê yên li ser xweza, çand û mirovên Dêrsimê didomin. Tundiya li ser jin û zarokan a li Dêrsimê gelekî zêde bûye. Encama polîtikayên bêcezabûnê dibe sedema zêdebûyina tundî, taciz, tecawizê. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û ew ê piştevaniya jinê bi ser bikeve."