'Bi rêya sînemayê em ê berxwedanê di rûpelên dîrokê de binivîsin'

  • 09:55 20 Çile 2020
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan-Ronîda Hacî 
 
QAMIŞLO - Endama Komîna Filmê Rojava Safînas Evdikê têkîldarê fîlmê "Ji bo Azadiyê" axivî û got: "Hêvî û armanca me ew e ku em çanda sînemayê li Rojavayê Kurdistanê pêş bixin. Bi rêya sînemayê em ê berxwedanê di rûpelên dîrokê de binivîsin"
 
Fîlmê bi navê "Ji bo Azadiyê" yê qala berxwedana Sûra Amedê dike, di 13'ê çileyê de derket pêşberî temaşavanan.  Ji sala 2018'an amadekariyên ji bo kişandina filîm dest pê kiribû. Têkildarî Fîlmê "Ji bo Azadiyê" Endama Komîna Fîlmê Rojava Safînas Evdikê axivî û li ser fîlm, amadekariyên wê û wateya wê şîrovekirinê xwe kir.
 
'Ji bo fîlmê "Ji bo Azadiyê" gelek ked hat dayîn'
 
Safînas behsa çêkirina fîlmê kir "Ji bo Azadiyê" û wiha got: "Me xwest bi rêya Fîlmê bi navê "Ji bo azadiyê" berxwedana Sûra Amedê derxînin pêş. Fîlm di sala 2018'an de li Kobanê hat kişandin û gelek ked ji bo vî fîlmî hat dayîn. Di rojnivîska Sûrê de hatibû nivîsandin ku "Berxwedana Sûrê bila bigihêje tevahî cîhanê". Me jî xwest em vê pêyamê bi cih bînin û nîşanî tevahî cîhanê bikin."
 
'Fîlm li gelek deveran hatin pêşandan'
 
Safînas bal kişan ser encamên fîlmê  "Ji bo Azadiyê" û bajarên ku  lê hatiye pêşandan û wiha pê de çû: "Du salan me amadekariya vî fîlmî kir. Fîlm cara yekem di Mîhrîcana Sînema ya navneteweyî de li Hindistanê hat pêşandan. Li Rojavayê Kurdistanê jî li bajarê Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Dêrîk û Rimêlanê hat pêşandan. Di 23-25'ê sibatê de jî di Mîhrîcana Rotterdamê dê were pêşandan."
 
'Berxwedana ku hatiye kirin, em ê bikin malê dîrokê'
 
Safînas wiha dewam kir: "Hêvî û armaca me ew e ku em çanda sînemayê li Rojavayê Kurdistanê pêş bixin û berxwedana ku hatiye kirin, bikin malê dîrokê. Bi rêya sînemayê em ê berxwedanê di rûpelên dîrokê de binivîsin. Komîna Rojava di sala 2015'an de hat avakirin. Armanca me ew e ku çanda kevin a sînamayê careke din zingî bikin û pêşkêşî gelê xwe bikin. Rêzefîlmên tirk û hindîyan bandorek gelek neyînî li ser hemû gelan dikin. Hewldanên me ew e ku gel ji rêzefilmên tirk û hindiyan dûr bikevin û bi rêya sînemayan berxwedan û rastiya civakê nîşanî gel bidin."
 
'Berxwedana ku hatiye kirin, bi rêya sînemayan pêşkêş bikin'
 
Safînas bal kişand ser armancên wan yên demê pêş û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Fîlmê "Ji bo azadiyê" parçeyek biçûk yê berxwedanê îfade dikir. Bi berxwedan û têkoşîna gel a li hember zordestiyê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derketin pêş. Em di nav hewildanan de ne ku berxwedana hatiye kirin bi rêya sînemayan pêşkêşî gel û cîhanê bikin. Armanca me ew e ku ji bo nifşê nû bizanibin ka têkoşîna ji bo azadiyê çawa ye."