'Li Efrînê jiyan bûye dojeh û rojane îşkence li şêniyan tê kirin'

  • 09:18 20 Çile 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku bi êrîşên dewleta tirk ji Efrînê koç bûn û li Şehbayê, bi cih bûn li ser bûyerên ku di hindirê Efrînê de diqewimin gotin: "Li Efrînê jiyan bûye dojeh û rojane îşkence li şêniyan tê kirin."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran kes koç bûn. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne derbarê kiryarên ku niha li Efrînê diqewimin axivîn. 
 
'Şêniyên Efrînê gelek zilim ji çeteyan dibînin' 
 
Dayika bi navê Hemîde Omer Salêh a temenê wê 70 salî ye, ji gundê Meydana ya Recoyê ye, ji ber êrîşên dewleta tirk ji Efrînê derketiye û hatiye Kantona Şehbayê. Hemîde qala kiryarên komên girêdayî dewleta tirk, kir û wiha got: "Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên hovane Efrîn dagir kir, wê demê em li Efrînê bûn. Her cureyên kiryaran li ser gel û xwezayê de, pêk anîn. Dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê mal û milkên me dizîn. Zarok li pêşiya çavên me direvandin, êşkence dikirin û pere ji malbetê  wan dixwestin. Şêniyên Efrînê pir zilim ji çeteyan dîtin. Xêr û bereketa Efrînê ji bo berjewendiyên xwe pêk tînin û talan dikin."
 
'Em bindestiyê qebûl nakin'
 
Hemîde di dewamiya gotinên xwe de behsa çîroka girtina xwe ya ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk kir û wiha got: "Çeteyên dewleta tirk ez girtim bi hinceta zarokên min di nava kar û xebat de ne, îfadeya min girtin. Em tu carî vê bindestiyê qebûl nakin. Ji ber vê em ji Efrînê derketin. Em tu carî Efrînê bernadin û helbet em ê rojekê li pêşiya hemû çavên cîhanê vegerin cih û warên xwe."
 
‘Rojane şêniyên  Efrînê di êşkenceyan re derbas dibin'
 
Jina bi navê Rûpelîn Mihamad a ji Efrînê ye û niha li Kampa Berxwedanê bi cih bûye, li ser kiryarên dewleta tirk wiha nêrîna xwe parve kir: "Komên çete rojane êşkenceyê li şêniyan dikin. Malên me dizîn, me nikarîbû dengê xwe bikin. Hevjînê min girtin û kirin zindanê. Ew revandin û kirin bin zextê ji bo ku bi wan re kar bike, lê hevjînê min tu carî ev yek qebûl nekir. Di bin darê zorê de şêniyan didin axaftin, ji bo ku bêjin rewşa Efrînê baş e. Me ev yek qebûl nekir, ji ber vê em ji Efrînê derketin."
 
'Jiyan li Efrînê êdî dojeh e'
 
Rûpelînê di dawiya axaftina xwe de  behsa jiyana li Efrînê kir û wiha got: "Komên çete ji bo ku ji şêniyan pereyan qezenc bikin wan direvînin. Malên gel bi darê zorê ji wan didizin û dikin milkê xwe. Nahêlin gel derbasî nava erdên xwe jî bibin. Li Efrînê pêdîviyên jiyanê bûha dikin, ji bo ku gel di nava bindestiyê de bijîn. Ez dixwazim kesên ku li Efrînê mayî jî derkevin, ji ber jiyan li Efrînê bûye dojeh."