'Di şerê Efrînê de em hemû jin bûn yek'

  • 09:03 20 Çile 2020
  • Rojane
Hesna Muhamad
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di berxwedana Serdemê de ji şervanên xwe re xwarin çêdikirin axivîn û gotin: "Di şerê Efrînê de em hemû jin bûn yek, me pişgirî da şervanê xwe û me xwarin ji wan re amade dikir."
 
Gelên Efrînê ji heft salî heta heftê salî tevlî berxwedana serdemê bûn û li kêleka şervanên xwe sekna berxwedêr nîşan dan. Jinên Efrînê ji temenên cuda tevlî hemleya berxwedanê bûn û li dijî dewleta tirk têkoşiyan û hewl dan axa xwe ji dagirkeran biparêzin. Di berxwedana serdemê d dayikên ku xwarin ji şervanan re amade dikirin hêstên ku wan rojan jiyan anîn ziman.
 
'Mafê me ye em rûmeta xwe biparêzin'
  
Elmezê Memo (54) ku ji gundê Kokanê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye behsa êrîşên li ser efrînê kir û got: "Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê êrşên giran pêk anîn. Lê mafê me bû ku em rûmeta xwe biparêzin. Zarokên me li dijî dagirkeran şer kirin, me jî ji bo piştgiriyê ji zarokên xwe re xwarin amade dikir. Em ji ber êrîşên dewleta tirk nereviyan û me li ber xwe da. Gelek balafir li ser ezmanê Efrînê firiyan û li ruxmê wê jî me 58 rojan berxwedana xwe domand. Dê zarokên me her li dijî dagirkeriyê şer bikin û em ê jî li pişt wan bin."
 
'Di şerê Efrînê de em hemû jin bûn yek'
 
Şêrîn Hec Reşîd  (47) ku ji gundê Şîltetê yê navçeya Şera Efrînê ye jî bi lêv kir ku piştî êrîşên li ser Efrînê hemû jin bûne yek û pişgirî dane hêzên QSD'ê û wiha domand: "Di şerê Efrînê de em hemû jin bûn yek, me pişgirî da şervanên xwe û me xwarin ji wan re amade dikir. Me nedixwast em ji Efrînê derkevin, lê ji bo parastina rûmeta xwe em derketin. Hêviya me ew e ku em  rojekê vegerin ser axa xwe."
 
'Me li Efrînê heta dawiyê li ber xwe da'
 
Îlham Mihemed Osman (53) ku ji gundê Qestelê yê Mixtêde  axivî û got: "Me bi rojan di berxwedana Serdemê de xwarin ji hêzên xwe re amade dikir. Her wiha em her li ser piyan bûn, me heta dawiyê li ber xwe da. Me bi serbilindiyek mezin têkoşerên xwe oxir dikirin. Niha jî em berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê didomînin."